‘Heta tecrît bi dawî nebe azadî pêk nayê’

  • 09:05 30 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
SÊRT - Dayika Aştiyê Kumru Îrbek û Hevseroka HDP’ê ya Xana Hewêlê Selva Erdogan, bertek nîşanê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Tecrît ne bi tenê li ser Serok, li ser hemû civakê tê meşandin. Bi girankirina tecrîdê re şer her ku diçe kurtir dibe.  Heta tecrîd neyê rakirin azadî pêk nayê.”
 
Tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe. Biryarên wekê qedexeya telefon û hevdîtina parêzeran girankirina tecrîdê nîşan dide. Bi girankirina tecrîdê re li Kurdistan û Tirkiyê şer zêde bû. Li hemberî tecrîdê bertek û nêrazîbûn jî berdewam dikin. Her wiha li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî di 27’ê Mijdara 2020’an de girtiyan li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin û çalakiya wan berdewam e.
 
Dayika Aştiyê Kumru Îrbek û Hevseroka HDP’ê ya Xana Hewêlê ya Sêrtê Selva Erdogan, bertek nîşanê tecrîda girankirî dan.
 
‘Heta Serok azad nebe azadî nayê vî welatî’
 
Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê Kumru Îrbek, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û anî ziman ku bi girankirina tecrîdê re şer zêdetir bûye. Kumru, got ku zilm û zordarî li zarokên wan û Gelê Kurd tê kirin û ev tişt anî ziman: “Mînak Denîz Poyraz bi awayek hovane ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin. Li Nisêbîn, Cizîr, Silopî, Şirnex,  Amedê komkujî hatin kirin û herî dawî êrîşî ser HDP'ê kirin Denîz qetil kirin. Lê çi dikin bila bikin ew teqez azadî bê  vî welatî.  Bi salane em dayik û bi giştî kurd daxwaza azadî û aştiyê dikin. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Heta Serokê me azad nebe azadî û aştî nayê vî welatî. Ji ber vê yekê divê demildest tecrît bêrakirin. Tecrît îro ne bi tenê li ser Serok, li ser hemû Gelê Kurd tê meşandin. Îktîdarê bi girankirina tecrîdê şer kurtir kiriye û Denîz bi destên çeteyên xwe da kûştin. Daxwaziya me bi tenê azadî û aştî ye. Bi girankirina tecrîdê ve di nav welat de mirov tên kûştin. Sê jinên li Parîs û Silopiyê ku hatin qetilkirin sedema wê tecrîd e. Ger tecrîd nebûya dê ev bûyer hemû pêk nehata.”
 
‘Bi şer dixwazin Gelê Kurd biqedînin’
 
Kumru, destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê daxwaza xwe ya azadî û aştiyê dûbare bikin û wiha pêlda axaftina xwe: “Îqtîdar îro bi zanebûn tecrîdê giran dike û şer daye destpêkirin. Bi şer dixwaze gelê kurd xilas bike. Ew me bikûjin û agir berê me jî din em xilas nabin. Dewleta tirk nikare me xilas bike û bila ji vê rêya qirêj şûnde vegerin. Kezeba me dayikan gelek dişewite. Êdî bila daxwaza me bi cih bînin. Zarokên me ji bo rakirina tecrîdê bedena xwe dane ber birçîbûnê. Divê hikûmet dengê girtiyan bibihîze. Lê dewlet bêdeng e û daxwaziyên zaokên me bi cih nayne. Bila tecrîdê rabikin û tecrîd bê vî welatî.”
 
‘Tecrît  pêkanînek dijmirovî ye’
 
Hevseroka HDP’ê ya  Xana Hewêlê Selva Erdogan jî bi bîr xist ku li ser Abdullah Ocalan 22 salin tecrîdek giran tê meşandin û wiha domand: “Ev 6 salên dawiyê ye jî li ser Serok tecrît kurtir bûye. Îro tecrît ne bi tenê li ser Serokatî tê meşandin. Tecrîda girankirî  bandorê hem li ser Gelê Kurd, hem jî li ser civakê û hem jî li ser girtîgehan dike. Tecrît ne bi tenê di odeyekê de girtin e. Tecrîd tê wateya bindestkirina mafan, qedexeya telefonê, qedexeya hevdîtinê û di her aliyê de mafên te yên bên qedexe kirin e. Yanî bi tecrîdê dixwazin bibêjin fikrên te di destên me de ne. Dixwazin dest daynin ser fikr û ramanên Serok. Ji ber wê vê tecrîdê giran dikin. Bi saya Serok jinan xwe û mafên xwe nas kir. Îqtîdar dixwaze jinê di malê de bifetisîne. Di sala 2016’an de îqtîdarê OHAL îlan kir. Di nav xwe de şano û senaryo çêkirin û OHAL hat îlankirin. Wê demê jî hevalên me yên di girtîgehan de, mafê wan ên hevdîtinê ji destên wan hatin girtin û gelek mafên wan ê ndin hatin binpêkirin. Têkiliya girtiyan bi malbatên wan re hat qûtkirin. Yanî piştî OHAL’ê rewş girantir bû. Tecrît  ne mafê mirovahiyê ye. Kesek nikare li ser mirovan tecrîdê pêk bîne. Ger em mirovên vî welatê ne wê demê divê hemû mirov wek hevdû bin. Di vê ev tecrîd bê rakirin û em wekhev bijîn.”
 
‘Îktîdar şerxwaz e'
 
Selva, bi lêv kir ku îqtîdar ji ber ku şer dixwaze tecrîdê kur dike û ev tişt vegot: “Îqtîdar  dixwaze kurdan xilas bike. Ji ber wê yekê vî şerê kurtir dike. Îqtîdar ji kurdan ditirse. Îqtîdar  bi xwe jî baş dizane ku ger azadî pêk bê wê ji desthilatdariyê bikeve. Armaca îqtîdarê ew e ku di her aliyê de rê li pêşiya kurdan bide girtin. Ji ber wê yekê ev zilm û zordarî berdewam dike. Selva helwesta Komîteya Astengkirina Îşkencyê ya Ewropayê (CPT) jî bi bîr xist û got: “CPT rol û mîsyona xwe bi cih nayne. Dema CPT biryarek bide îqtîdar neçare ku bi cih bîne. Lê belê CPT tiştê ku dikeve ser milên wê bi cih nayne. Ew jî piştgiriyê dide îqtîdarê. Mirov dikare bibêje ku gelê kurd tê xapanadin.”
 
‘Tecrît bandorê li ser girtiyan hemûyan dike' 
 
Selva, bal kişand ser grevên birçûbûnê ku li girtîgehan ji 27'ê Mijdara 2020'î de hatine destpêkirin û got: ": “Tecrît bandorê li ser tevahiya girtiyan dike. Li dijî tecrîdê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Roj bi roj rewşa girtiyan xiraptir dibe û li gel vê girtî bi biryar çalakiya xwe didomînin Lê dewlet vî dengî nabihîze. Di her aliyê de zilmê li hevalên me dikin. Hevalên me ji ber tekmîl nadin tên cezakirin. Hevalên ku cezayên wan xilas bûye nayên berdan. Girtiyên di girtîgehan de dixwazin tecrîd bê rakirin  û binpêkirinên mafan li girtîgehan bên bidawîkirin.   Divê hemû gelê me li dijî tecrîdê rabe  ser piyan û serî rabe. Ji bo bidawîkirina tecrîdê divê em bibin yek û dengê xwe bilind bikin.”