Jinên ji gelên cuda: Kujer ji 1915’an heta niha tên parastin

  • 09:04 30 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Jinên ji gelên cuda diyar kirin ku ji qirkirina 1915’an ku Ermenî, Suryanî, Pontos û Rum hatin qetilkirin heta niha komkujî bi dawî nebûne û got mînaka dawî ya êrîşên nîjadperest û qirkirinan ku bi mîlyonan kes jin û zarok pê re hatin rû hev, Denîz Poyraz e. 
 
Di 17’ê Nîsanê de di êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê de faşîst Onur Gencer Denîz Poyraz qetil kir û bertekên li dijî vê didomin. Der barê mijarê de ji gelên cuda jinan ji ajansa me re nirxandin kirin. Jinên li Tirkiyeyê dijîn, Kayuş Çalikman Gavrîlof ya Ermenî, Sariya ya Ermenî û Katrîn Nîkolao ya Rûm der barê mijarê de axivîn.
 
'Derfet nadin ku em êşa xwe ji bîr bikin’'
 
Kayuş Çalikman Gavrîlof a Ermenî derbarê qetilkirina Denîzê de ev fikrên xwe anî ziman:"Em komkujiyên wisa ji nasnameya etnîk cuda difikirin lê teqez bandora wê li ser birînên heyî, heye. Komkujî û rêbaz bi sedsalane bi heman awayî dubare dibe. Ji bo em êşên xwe ji bîr bikin derfet nayê dayîn. Ewil teşwîq dibe, piştere cînayet pêk tê. Ligel vê ya balkêş ne gumanbar, mexdûr tê sûcdarkirin. Piştî cînayetê înkar tê."
 
'Hewl didin veşêrin'
 
Kayuşê di berdewamiyê de balê dikişîne ser parastina gumanbaran û bi van gotinan berdewam dike:"Pergala ‘teşwîq bike, qetil bike, piştre jî qetil bike, mexdûr sûcdar bike’ ji dema Abdulhamîd ve didome. Bi sedsalane komkujî tên kirin. Şîn nayê girtin, rêz nayê nîşandan, ligel vê gumanbar tê parastin, bê ceza tê hiştin. Ji qirkirinên 1915’an ku Ermenî, Suryanî, Pontos û Rum hatin qetilkirin heta niha komkujî pêk tên û mînaka dawî jî ya Denîz Poyraz e. Hem qir dike û hem jî nahêle mirov  êş  û şîna xwe girê bidin."
 
'Ev dijminahiya li hember jinê çi ye?'
 
Kayuşê axaftina xwe bi bertekên li dij rakirina peymana Stenbolê bi dawî kir:"Peyman wê di 1’ê Tîrmehê de ji meriyetê bê rakirin. Ev wê rê li ber komkujiyên nû vebike. Gotin qedyaye, em hatine asta vê. Hişê mirovan nagire. Ev dijminahiya li hember jinê çi ye? Li dijî rakirina Peymana Stenbolê her kes daket kolanan, qadan. Lê hikûmet li tu tiştekî guhdar nake. Em di rewşeke wisa de ne, ji bo em bên ser hişê xwe em bên ser hemdê hev 50-60 jî kêm dimîne.  Hemû xerabiyan rû daye, di kesayetên mirovan de bi cih bûye, civak wêran kirin. Naqedin naqedin! Jin her tim di serhildanê de ne, bêguman wê ev pergal têk biçe."
 
‘Kezeba dayikek din jî şewitî’
 
Sariya ya Suryanî diyar kir ku ji kîjan gelî dibe bila bibe divê her kes li dijî qetilkirina mirovan bertekên xwe bînin ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez her cureyê şîdeta li hember jinê şermezar dikim. Me jinek ciwan winda kir. Ez ji malbata wê re sersaxiyê dixwazim. Kezeba dayikek din jî şewitî. Ji 1915’an heta niha tu pêşketin çênebûn. Ev çend salên dawî ye ji bo gumanbaran cezayên bi bandor nayên dayîn, ji ber vê jî şîdet her diçe zêde dibe. Peymana Stenbolê ji bo jinan mertal bû, jin diparast. Keçên min jî hene. Sibehê du sibeê ez ê bi tirs bidim xwendin. Hemû jin wek min ditirsin. Zarokên xwe bi tirs mezin dikin. Divê em ji ber vê peymanê bidin jiyîn.”
 
'Divê jin rabin ser piyan'
 
Sariyayê dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê jin rabin ser piyan û wiha dawî lê anî: "Jinên desthilatdariyê jî ji vê rewşê ne razî ne. Her kes ji qetilkirina jinan ne razi ye, divê ev pêvajo bi dawî be."
 
'Dişibe qetilkirina Hrant Dînk'
 
Katrîn Nîkolao ya Rûm jî ji bo êrîşa li hember HDP’ê û qetikirina Denîzê bertekên xwe wiha anî ziman:"Ji bo Denîz Poyraz kezeba me şewitî. Mirovan çavsor dikin, berdidin kolanan, hewl didin kurdan û gelên din bitirsînin. Ev provakasyon e, çewisandin û tirsandin e. Kujer Onur Gencer hat parastin. Ev bûyer dişibe bûyera qetilkirina Hrant Dînk. Gelan li vê erdnîgariyê pir bedel dan. Hîna jî didin. Ji gelan nefret dikin. Ez pir xemgînim. Jinek ciwan bedel da. Peymana Stenbolê li dijî şîdetê peymanek pir girîng bû. Sîgorteya jinan bû. AKP’ê di 20 salan de jin bêîtîbar kir. Bi rakirina peymanê wê hemû mafên hatine bidestxistin jî bên tunekirin."