Ayşe Aydogan: Hewldanên ji bo aştiyê têr nakin

  • 09:03 30 Hezîran 2021
  • Rojane
 
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Endama Damezarîner a Weqfa Aştiyê Ayşe Aydogan da zanîn ku helwesta muxalefetê û têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tê dayîn têr nake û ji bo pêkanîna aştiyê divê bêtir têkoşîn bê dayin.
 
Di 17’ê Hezîranê de kesê bi navê Onur Gencer li dijî HDP’a Îzmîrê êrîşa nîjadperest pêk anî û Denîz Poyraz di êrîşê de hat qetilkirin.  Piştevaniya ji bo HDP’ê û sersaxî didomin. Weqfa ji bo Tirkiyeyê Aştî jî çû serdanê û weqf ji 2007’an heta niha ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û aştiya civakî xebatan dimeşîne. Yek ji endamên damzerîner a Weqfê Ayşe Aydogan bi lêv kir ku ji bo pêkanîna aştiyê divê nêrîna li hember pirsgirêka kurd û zimanê nefretê biguhere û got li dijî rewakirina komkujiyan bertekên muxalefetê qels in.
 
'Ji ber ne li gorî desthilatdariyê bû pêvajo bi dawî bû'
 
Ayşeyê daxuyakirin ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin wê mirin her tim hebin û wiha dirêjî dayê: “Bi hezaran ciwanên me mirin û hîna dimirin. Pirsgirêk dikare bê çareserkirin. Pêvajoyeke çareseriyê ya 3 salan berdewam kir hebû. Lê ji ber ne li gorî desthilatdariyê bû pêvajo bi dawî bû.”
 
‘Divê nêrîn û ziman biguhere’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, Denîz îlegalîze kir û mirina wê rewa kir û wiha bertek nîşan da: “Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê her kes li dijî vî zimanî derkeve. Heta ev ziman bidome wê pêşî li kuştinan neyê girtin. Ez bi fikar im. Divê ewil ziman biguhere. Nêrîn biguhere. Heta ku nêrîn û zimanê li hember pirsgirêka kurd neguhere wê çareserî jî pêk neyê.”
 
‘Divê seknek xurt bê nîşandan’
 
Ayşeyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Têkoşîna muxalefetê  û têkoşîna li dijî nîjadperestiyê tê dayîn têr nake. Roja ewil di hemû qenalan de ji Kemal Kiliçdaroglu bigire heta hemû partiyên muxalefetê min temaşe kir. Tenê sersaxiyek çareseriyê nayne. Divê bi rastî ligel HDP’ê cih bigirin û li dijî nefretê seknek xurt bê nîşandan.”
 
‘Divê têkoşîn bê dewamkirin’
 
Ayşeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Qadên rêxistinên civaka sivîl teng in lê divê teqez tevgerên jinan, çapemenî û kes bên gel hev û li ser mijarê hûr bibin û partiyên muxalefetê bide zorê. Divê pêngavên ku diçin pêvajoya aştî û çareseriyê bidin zorê. Divê zimanekî ferzkirî bê avakirin.Em ji HDP’ê re ji malbata Denîz û hemû kurdên demokrat çep sosyalîst re sersaxiyê dixwazin. Ez carek din dibêjim ku divê têkoşîna me bê berdewamkirin.”