Şevîn Ektî: Jiyan ji bo ajalan jî mafekî sereke ye

  • 09:02 30 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak - Şehrîban Aslan 
 
AMED - Xwendevan Şevîn Ektî li Farqîna Amedê dijî, ji bo xwedîkirin û tedawîkirina ajalan 4 sal in di nav liv û tevgerê de ne. Şevîn wiha behsa xebatên xwe kir: "Gelek ajal bi îşkence û êrişan re rûbirû dimînin heke ji bo parastina mafên ajalan qanûn bikevin meriyetê dê gelek guhertin pêk bên." 
 
Li dijî zext, îşkence û îstîsmara li hemberê ajalan heta niha qanûneke parastinê nehatiye derxistin. Ji ber vê sedemê ajal bi êrişên hovane re rûbirû dimînin û êrişkar jî nayên cezakirin. Kes, rêxistin, kom û tevgerên mafên ajalan diparêzin li gorî derfetên xwe hewl didin xwedî li ajalan derkevin lê gelek caran ji hêla civakê vê tên mexdûrkirin. Lê dîsa jî bi kampanya û hewldanên xwe ji bo ajalan diparêzin xebat didin meşandin. Yek jî wan kesan xwendevan Şevîn Ektî ye. 
 
4 sal in ajalan li xwedî dike 
 
Şevîn li Farqîna Amedê dijî û 4 sal in xwarin dide ajalan, wan xwedî dike û yên birîndar û nexweş tedawî dike. Şevîn anî ziman ku gelek ajal ji ber birçîbûn, tîbûn û bêderfetbûyina tedawiyê jiyana xwe jidestdidin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Pêdiviya bi hezaran ajalan bi xwarinê, dermankirinê û parastinê heye. Her wiha gelek ajal ji ber ku stargehek wan nîne jiyana xwe ji dest didin û gelek ajal jî ji ber hewa sar jiyana xwe ji dest didin. Ev rewşa ajalan wisa kir ku ez ji bo wan tiştekî bikim. Jiyanek xweş ji bo wan jî mafekê sereke ye. Min heta niha ji bo wan têkoşîn daye ez ê ji vir şûnde jî bidim.”
 
‘Ji bo piştgiriyê hesaba dîjîtal vekir’
 
Şevînê ku ev 4 sal in xwedî li ajalên derveyî derdikeve di heman demê de ji bo piştgiriyê jî li ser medyaya dijital xebatan dide meşandin. Şevîn wiha behsa xebatên xwe kir: "Alikariyên ji bo xwarinê ku tê dayîn li ser hesabên xwe parve dike. Ji bo piştgiriyê divê hin zêdetir alikarî bê dayin. Pêwîstiya ajalên derve bi tedawî û dermankirinê jî heye. Gelek ajal birîndar dibin an jî nivîşkan dibin. Em jî bi qasî derfetên xwe wan derman dikin lê bêguman derfetên me ji bo dermankirina wan têrî nake. Heta niha platformek an jî weqfek ji bo piştgiriyê bi min re neketiye têkîliyê. Tenê kesên li derdora min û hin kesên navdar di hesabên xwe yên dîjîtal de parve kirin e.”  
 
‘Gelek ajal bi îşkencê re rûbirû dimînin'
 
Şevînê diyar kir ku gelek ajal bi zextan re rûbirû dimînin û got: "Ji ber ku zagonek ji bo mafê ajalan biparêz e nîn e, her roj gelek ajal bi îşkenceyan re rûbirû dimînin û tecawizê ajalan dikin. Ji ber hişmendiya civakê jî zextek li ser ajalan heye û eziyetê li wan dikin. Li Farqînê 3 ajal bi tecawize re rûbirû man, lê tecawizkar nehatin cezakirin. Em wan dizanin lê mimkûn e ku gelek bûyerên bi vî şiklî jî hebin.”
 
‘Kuçikên biçûk diavêjin çopê’
 
Şevînê destnîşan kir ku şaredarî gelek kuçikên biçûk diavêjê ser çopê û wiha pêde çû: “Dibêjin qey çopgeh ji bo wan ajalan xelasbûne lê beravajî tu carî ji bo wan nebûye cihê xelasbûne. Gelek ajal di nav wan çopan de jiyana xwe jidest didin. Dewlet wan ajalan di nav çopgehan de dihêle. Ji bo ku dewlet parastina wan nake me jî ji wan re stargehek çêkir. Her wiha em ê gelek stargehên biçûk jî çêbikin. Du heb jî îstasyona xwarinê me çêkir.”
 
Banga piştgiriyê..
 
Şevîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelek kesên hêja jî piştgirî dan. Her wiha Zarok TV jî piştgirî da xebatên me. Lê belê pêdiviya me ji hin zêdetir piştgiriyê heye. Divê hemû kes ji vê re bi hestiyar nêz bibe û piştfiriyê mezin bike.”