ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2021'Ê

  • 09:00 30 Hezîran 2021
  • Rojev
 
*Gundê Barmanê yê girêdayî navçeya Stewrê ye bi av û şênkaya xwe bi nav û deng e. Lê keda jinê û xwezayîbûna wê gund xweştir dike. Jinên Barmanê dibêjin berê ew bêhtir bi hev re û bi xwezayê re dijiyan lê piştî êrişên 93’yan ên li ser gundan şûnde rewş hat guhertin. Jin dibêjin tevî êrişan jî ew hewil didin çanda xwe û zimanê xwe li vir biparêzin. DÎMEN HEYE
 
*Xwendevan Şevîn Ektî li Farqîna Amedê dijî, ji bo xwedîkirin û tedawîkirina ajalan 4 sal in di nav liv û tevgerê de ne. Şevîn wiha behsa xebatên xwe kir: "Gelek ajal bi îşkence û êrişan re rûbirû dimînin heke ji bo parastina mafên ajalan qanûn bikevin meriyetê dê gelek guhertin pêk bên." BI DÎMEN 
 
*Endama Damezarîner a Weqfa Aştiyê Ayşe Aydogan da zanîn ku helwesta muxalefetê û têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tê dayîn têr nake û ji bo pêkanîna aştiyê divê bêtir têkoşîn bê dayin. BI DÎMEN 
 
*Jinên ji gelên cuda diyar kirin ku ji qirkirina 1915’an ku Ermenî, Suryanî, Pontos û Rum hatin qetilkirin heta niha komkujî bi dawî nebûne û got mînaka dawî ya êrîşên nîjadperest û qirkirinan ku bi mîlyonan kes jin û zarok pê re hatin rû hev, Denîz Poyraz e. 
BI DÎMEN 
 
*Dayika Aştiyê Kumru Îrbek û Hevseroka HDP’ê ya Xana Hewêlê Selva Erdogan, bertek nîşanê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Tecrît ne bi tenê li ser Serok, li ser hemû civakê tê meşandin. Bi girankirina tecrîdê re şer her ku diçe kurtir dibe.  Heta tecrîd neyê rakirin azadî pêk nayê.” BI DÎMEN
 
*Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Xûrbet îşlek, bal kişand ser pengava “Dem dema azadiyê ye” û got: “Heval Zîlan di vê deme de xeteriya li hemberî Rêber Apo dît û bi çalakiyeke wisa bersiv da pêvajoyê. Ji bo Gelê Kurd bû çirûska ronahiyê.” BI DÎMEN 
 
*Platforma Jinan a Şahmaranê ji bo protestokirina betalkirina Peymana Stenbolê wê li ber deriyê avahiya KESK'ê daxuyanî bide. (16.00) BI DÎMEN