Lîstîka Don Kîşot derket pêşberî şanohezan

  • 20:08 29 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Şanoya Bajêr a Amedê bi listîka xwe ya Don Kîşot derket pêşberî şanohezan.  Şanoya Bajêr a Amedê di cihê xwe ya nû de bi listîkek nû derket pêşberî şanohezan. 
 
Taybetmendiya listikê ew e ku yekem car e ji romana Don Kîşot (Don Kîxot) wek lîstikek kurdî derdikeve ser dikê. Lîstik ji romana Miguel De Cervantes a Don Kîşot hatiye wergirtin. Ferhad Feqî ku seneryo amade kiriye di heman demê de derhêneriya lîstikê jî dike. Wergêra lîstikê jî ji aliyê nivîskar Dilawer Zeraq ve hatiye kirin. 
 
Listik yekem car îro hate pêşandan. Di roja yekemîn de eywana şanoyê tijî bû. Lîstîk îro bi eleqeyeke mezin hat pêşwazikirin. Her wiha lîstîk dê sibê jî bê pêşandan.