Jinên li Dîdîmê hatin gel hevdu peyama têkoşîna hevpar dan

  • 16:38 29 Hezîran 2021
  • Rojane
AYDIN - Aktivîstên TJA'yê û jinên HDP'yî li Dîdîmê bi jinan hatin gel hevdu û peyama têkoşîna hevpar dan. Jinan gotin:"Divê bêyî em kesan ji hevdu cuda bikin divê em bên gel hevdu."
 
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca li Dîdîmê çûn serdana Komeleya Piştevanî û Şêwirmendiya bi Jinê re ya Kîbeleyê. Jinan piştre li kafeyekê serdana Platforma Jinê ya Dîdîmê kirin. 
 
'Kolan girîng in'
 
Feleknasê diyar kir ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê Parlamentoya Ewropayê bertekek cidî nîşan nedaye û wiha got:"Ev jî bi peymana ji bo penaberan a di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de eleqeder e. Ji bo Peymana Stenbolê divê herkes xwe berpirs bibînin. Loma kolan girîng in."
 
Ji Komeleya Kibele Zekiye Baran da zanîn Divê bêyî em kesan ji hevdu cuda bikin divê em bên gel hevdu.
 
Piştre heyetê li kafeyekê bi jinan re hevdîtin kir.