Li Enqerê êrîşî meşa rûmetê kirin: 20 hatin binçavkirin

  • 16:38 29 Hezîran 2021
  • Rojane
EQNERE - Polîsan li Enqerê êrîşî Komîteya Meşa Rûmetê ku xwest daxuyaniyê bide kirin û 20 kes bi lêdanê binçav kirin. 
 
Komîteya Meşa Rûmetê, li Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Komîteyê di daxuyaniya xwe de banga tevlibûna çalakiya ku wê di 1'ê Tîrmehê de ji bo Peymana Stenbolê bê lidarixstin kir.
 
Endamên komîteyê piştî ku daxuyanî dan xwestin bimeşin. LGBTÎ'yên ku bi meşê daketin Kolana Tunali Hîlmî polîsan êrîşî wan kir û bi lêdanê 20 kes ji wan binçav kirin.