Ji jinan banga xwedîderketina li Peymana Stenbolê

  • 15:59 29 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Endamên Tum Bel-Sen ên Enqereyê daxuyaniyekê dan û gotin: "Di 1'ê tîrmehê de em ê  li Cadeya Sakaryayê bi civin û li dijî betalkirina Peymana Stenbolê derkevin."
 
Sekreteriya Jinan a Şaxa 1 û 2'yêm a Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiya Herêmî û ya Şaredariyan (Tum Bel-Sen) a Enqerê, li ber avahiya Şaredariya Çankayayê di çarçoveya çalakiyên Peymana Stenbolê de xebateke atolyeyê pêk anîn. Piştî xebatê daxuyaniyekê dan çapemeniyê û banga tevlîbûna çalakiyên 1'ê tîrmehê kirin. Gelek jin tevlî çalakiyê bûn, pankarta 'Peymana Stenbolê dide jiyin' vekirin û dowizên ku navê jinên ku hatine qetilkirin hatî nivîsin hatin hildan. 
 
Daxuyanî ji hêla Sekreteriya Jinan a Şaxa 2'yem Îlkay Ersus ve hat dayîn. Îlkay, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî jinan û got: "Bi sala ne li hemberî jinan êrişek heye û êrişa li hemberî jinê tê wateya binpêkirina mafên mirovan, her wiha pirsgirêkeke civakî ye. Di êrişa li hemberî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê de Denîz Poyraz ji hêla Onur Gencer ve hat qetilkirin. Ji bo me Denîz Poyraz serî rakirine. Avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ji hêla polîsan ve 24 saetan tê şopandin, lê Denîz li ber çavan hat qetilkirin. Li diwêr pankarta navê 88 jinan ên ku hatine qetilkirin hatibû nivîsin hebû. Niha navê Denîzê jî lê zêde kirin." 
 
Îlkay, da zanîn ku li hemberî Meşa Rûmetê êrişek pêk hat û ev êriş bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Em ê her tim li dijî şîdet, zor û zextan têkoşîna xwe bidomînin. 2 roj ji 1'ê tîrmehê re ma. Em hevî dikin ku Dadgeha Bilind biryar betal bike û Peymana Stenbolê ji meriyetê neyê rakirin. Em dengê Feray, Îpek, Şule, Rabîa, Aleyna, Pinar, Merve, Ozgecan, Anelîka, Samîra, Denîz in. Dengê 3 hezar û 580 jinê ne. Em bang li jinan dikin ku xwedî li Peymana Stenbolê derkevin. Em ê li hemberî wan bi hev re bin. Em ê Peymana Stenbolê biparêzin û israr bikin ku qanûna 6284'an bê pratîzekirin."
 
Îlkay, herî dawiyê banga tevlîbûna çalakiya ku dê di 1'ê tîrmehê de li Cadeya Sakaryayê bê lidarxistin kir. 
 
Çalakiya jinan bi çepikan û dirûşmeyên "Kuştina jinê polîtîk e" û "Em natirsin, îtaat nakin û bêdeng nabin" bi dawî bû.