Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê: Em biryara betalkirinê qebûl nakin

  • 15:32 29 Hezîran 2021
  • Rojane
ENQERE - Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê di daxuyaniya têkildarî Peymana Stenbolê de wiha got:"Em jin vê biryara betalkirinê ya hebûna me dike hedef, keda me, têkoşîna me tune dihesibîne, qebûl nakin. Peymana Stenbolê ya me ye. Hukmên peymanê derbasdar e."
 
Komîsyona Jinê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî Peymana Stenbolê ya wê dema wê ya zagonî di 1'ê Tîrmehê de tije bibe daxuyanî da. 
 
'Hukmên peymanê derbasdar e'
 
Di daxuyaniya ku şerdên îmzeyê hat bibîrxistin de wiha hat gotin:"Peymana Stenbolê ji bo jinan bû hêviyek. Tevgera jinê hêzdar bû. Jinan daxwazên xwe bi dengekî bilindtir anîn ziman. Em jin vê biryara betalkirinê ya hebûna me dike hedef, keda me, têkoşîna me tune dihesibîne, qebûl nakin. Peymana Stenbolê ya me ye. Hukmên peymanê derbasdar e."