14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran bertek nîşanî êrişê dan

  • 14:15 29 Hezîran 2021
  • Rojane
ENQERE - 14 rêxistinên pîşeyî, li dijî êrişên li ser rojnamegeran daxuyaniyek dan û gotin: "Peywirdarên cemaweriyê yên tundî pêkanîne sûc kirine. Divê em tev bi hev re ji vê rewşê re bibejin raweste."
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG), DÎSK Basin Îş û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), Konseya Çapameniyê, Komeleya Rojnamgerên Hemdem, Komeleya Nûçegîhanên Dîplomasiyê, Komeleya Nûçegîhanên Aboriyê, Cemiyeta Rojnamegeran, Haber-Sen, Cemiyeta Rojnamegerên Îzmîrê, Komeleya Nûçegîhanên Parlamentoyê, Cemiyeta Rojnamegerên Samsûnê, Komeleya Nûçegîhanên Wêneyan a Tirkiyeyê, Komeleya Qameremanên Nûçeyan a Tirkiyeyê û bi tevahî 14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê, bi armanca şermezarkirina tundiya polisan a li dijî rojnamegeran li ber Walîtiya Enqerê li hev civiyan. 
 
Ji ber ku destûr nehat daxuyanî li vir bê dayîn girse ki vir derbasî Parqa Abdî Îpekçî bû û li vir daxuyanî da. Di daxuyaniya ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî tevlî bûn de pankarta "Em bêhn nagirin rojnamegerî difetise" hat vekirin û dûrişmeyên mîna "Çapameniya azad nayê bêdengkirin" û "Em dixwazin bêhn bigirin" hatin berzkirin. Li ser navê rêxistinên rojnamegeran Seroka Şaxa TGS'ê ya Enqerê Esra Koçak Mayda daxuyaniya hatibû amadekirin xwend. 
 
Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: "Peywirdarên cemaweriyê yên tundî pêkanîne sûc kirine. Divê em tev bi hev re ji vê rewşê re bibejin raweste. Şopandin û nûçekirina welatiyên ku ji bo mafên xwe dertên kuçeyan û çalakiyên li dar dixin peywira cemaweriyê ya rojnamegeran e. Hempîşeyên me di rojên dawîn de dema ku li ser navê civakê vê peywira xwe bi cih tînin bi tundiyê re rû bi rû man. Êdî dema ku rojnameger karê xwe dikin bi mirinê re rû bi rû dimînin. Mînaka herî dawî ya vê li Taksîmê hat dîtin. Tundî li nûçegîhanê wêneyan ê AFP'ê Bulent Kiliç hat kirin. Polisan bi awayekî neheq û bêhiqûqî asteng kirin ku Bulent peywira xwe bike. Wî li erdê dirêj kirin û bi çoka xwe pêl sutiyê wî kirin. Dibûya ku ev bi mirinê jî bi encam bûna. Ev me hemûyan dike nav fikaran."