Li Çewligê şewata derket piştî 5 rojan girtin bin kontrolê

  • 12:24 29 Hezîran 2021
  • Rojane
ÇEWLIK - Li herêma Selvî a Darahênê şewata ku derket piştî 5 rojan girtin bin kontrolê.
 
Li herêma Selvî a navçeya Darahênê ya Çewlikê di 25'ê Hezîranê de şewat pêk hatibû. Şewata ku bi bayê re belav bû heta gûndê Gazê çû.  Di şewata ku derket de gelek qadên daristanê şewitîn û gelek ajal telef bûn.  
 
Şêniyên ku li herêma lê şewat derket dimînin anîn ziman ku li şewata derket dereng mudaxele hatiye kirin û ji ber vê her ku çû şeata belav bûye.