Li Girtîgeha Panosê kişandina wêneyan hat qedexekirin

  • 12:06 29 Hezîran 2021
  • Rojane
AGIRÎ - Binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê her diçe zêde dibin. Niha jî kişandina wêneyan li girtiyan hat qedexekirin. 
 
Muameleya kêfî û binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê her diçe zêde dibin. Girtiyê bi navê Yakup Eryilmaz bi rêya hevdîtina telefonê ya bi malbatê re da zanîn ku ev du meh in kincên ji aliyê malbata wî ve hatiye şandin hîn nedane wî. Her wiha da zanîn kişandina wêneyan jî li girtiyan hat qedexekirin. 
 
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê ya bi binpêkirina mafan berê jî gelek carî hatiye rojevê diyar kirin ku îdareya girtîgehê muameleya kêfî dike û sepaninên li girtîgehê veguhertiye "îşkenceyê".