Li Mexmûrê koma 98'an greva birçîbûnê dewr girt

  • 11:16 29 Hezîran 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 98’an çalakî dewir girt. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro koma 98’an dewir girt û grev 194 roj in didome. Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Li ser navê koma 97’an Rubar Spîndarok axivî û got: "Gelê hêja ev demek dirêje me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Piştî girtiyên zindanan li dijî zextên dewleta tirk û bê mafiya li ser girtiyan heyî greva birçîbunê dayî destpê kirin, wargeha me jî dest bi vê çalakiya pîroz kiriye û heya dawî wê berxwedana xwe bi domînin. 
 
Di kesayeta Heval Zîlan û Heval Helmet de salvegera wan tekoşîna me ya herî bi rûmet û herî asta bilind gihand lotkeyê. Em rojên pir girîng dijîn. Jina azad cara yekem li hemberî mejiyê dewleta tirk a komploya li hemberî Rêber Apo a li Şamê pêk anî Zîlan çalakiyeke mezin pêk anî. Gelê Kurd di pêvajoyek pir dîrokî re derbas dibe, şerê man û nemanê didin meşandin. Dewleta Tirk ya faşîst ew jî wê tune bibe ji ber berxwedaniya gelê welatparêz yê kurd. 
 
Li bakurê Kurdistanê îro 6 milyon mirov girtiye ji ber wê yekê ger aramî ji me re nebe ji bo tukesê nabe. Ger dewleta tirk ya faşîst aramî bi xwaze wê bi dengê Rêber Apo aramiyê bibîne, ji derveyî Rêber Apo kes nikare aramiyê bîne.
 
Bila kurd hevkariya dijminê xwe neke û xwîna zarokên xwe ne rijîne, bila bibin yek û yekitiya xwe saz bikin. Hêza me ya azadî û aştiyê heye, em hêza xwe ji şehîdên xwe û ji vîna xwe digirin. Serkeftin ya me ye."
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.