Li Sêrtê du kes hatin binçavkirin

  • 10:58 29 Hezîran 2021
  • Rojane
 
SÊRT - Li Sêrtê di serdegirtina malan de yek jê jin du kes hatin binçavkirin. 
 
Li navenda Sêrtê polîsan di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de girtin.  Di serde girtina malan de lêgerîn hat kirin û  Fatma Taşci û Kasim Taşci hatin binçavkirin.  
 
Sedema binçavkirina herdu xwîşk û birayan ku hatin binçavkirin nehat zanîn, hat diyarkirin ku ew birine midirûyeta polîsan a Sêrtê.