Artêşa tirk gundên Girê Spî bombebaran kirin

  • 09:39 29 Hezîran 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk ya ku roj namîne êrîşî herêmên kurdan nake vê sibehê jî gundên Girê Spî bombebaran kirin.
 
Li gorî çavkaniyên xwecihî, hat diyarkirin ku danê vê sibehê bombe li gundên Erîda û Bîrkêtikê yên Girê Spî hatine barandin.
 
Hat ragihandin ku bomberana ku hat destpêkirin heta saet li dora 08:00'an, berdewam kiriye. Hate ragihandin ku ji ber bombardûmanê mal û bexçeyên gundiyan şewitîne.