‘Denîz wê neyê jibîrkirin’

  • 09:05 29 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan piştî qetilkirina Deniz Poyraz bertek nîşan da û gotin nêrîna ku Îzmîr bajarekî bi ewlehiye hatiye têkbirin. Jinan bi lêv kirin ku ew Denîzê ji bîr nakin û peyama ku wê li dijî tirsa tê afirandin, têbikoşin dan.
 
Di êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê de gumanbar Onur Gencer Denîz Poyraz a li hundirê avahiyê qetil kiribû. Bertekên li dijî qetilkirina Denîzê didomin. Li Îzmîra ku yek ji bajarê herî bi ewle yê Tirkiyeyê  nêrîna bi ewlbûna bajêr  hat têkbirin û jinan got ku ew tu car Denîzê ji bîr nakin. Jinan bi lêv kirin ku dive nêrîna ku kuştin normal tên dîtin û usluba desthilatdariyê bê guhertin.
 
‘Divê nêrîn biguhere’
 
Xwendekara zanîngehê Kevser Alkur diyar kir ku nêrînên paşverû pêşî li aştiya civakê digirin û wiha dirêjî dayê: “Divê nêrîn biguherin. Zihniyet biguherin. Em nifşê nû her çiqas hinek tiştî bizanibin jî, ji bo nifşê pêşerojê em bi fikarin. Tirs heye. Para desthilatdariyê gelek zêde ye. Mirov ji her tiştî ditirsin. Denîz hat kuştin. Êdî wisa normal bûye ku rojê sê jin jî bên kuştin xema wan nîne. Fikra ‘tiştek kiriye ku hatiye kuştin’ serdest e. Mirov kujeran êdî mafdar derdixin. Em hatine nokteya dawî.”
 
‘Kuştin normal tên dîtin’
 
Namzeta akademîsyentiyê Merve Yildirim jî destnîşan kir ku tehemula ji bo cudahiyan tune ye û ev tiş bi lêv kir: “Tirsa hatiye afirandin li pêş aştiyê gelek bi bandor e. Di tirsa hatiye afirandin de mixabin mirov dibêjin ku em tiştekî xwe winda nekin. Dema mirov ji alî gel de mêze dikin pir zehmet e. Divê em hinek di ferqa wê de bin. Em destê xwe bikin bin kevir. Em hinek tiştî bidin ber çavan. Ez muxalefetê têr nabînim. Globalbûn zêde dibe. Mirin normal tên dîtin, em êdî xemgîn jî nabin. Em dibêjin xwezî nebûna. Lê gelek tişt li pişt wê heye.”
 
‘Nêrîna Îzmîr bi ewleye hat têkbirin’
 
Şebnem Kose ya ku memura teqawît e jî nêrînên xwe anîn ziman û got: “Bi qetilkirina Denîzê re aramiya me nema. Em nikarin li kolanê bimeşin. Ewlehî nemaye. Fikarên me hene. Tiştek bê serê min ez biçim qerekolê wê bersivê jî nedin min. Ev jî hesta bêçarebûnê bi mirov re çêdike. Berê hêviya me hebû me digot em bi vê desthilatdariyê bawer in. Lê ji ber polîtîka çewisandinê tê meşandin em pê bawer nakin. Îzmîrê her tim baweriyek dida. Li gorî bajarên din bi ewle bû. Lê mixabin ev nêrîna me qedya. Wê jin cîhanê biguherin.”
 
‘Divê siyasetmedar usluba xwe biguherin’
 
Ece Mutlu ya zanîngeh qedandiye jî daxuyakirin ku di civakê de mirovên aram nemane û sedema vê jî pirsgirêka aborî û polîtîkayên şer in. Eceyê ev tişt anî ziman: “Ji berê de tiştên wisa tarî û mafyatîk hene. Li gorî min para polîtîkayan pir zêde ye. Ji gel digirin û didin cihên xwe. Gel ji tirsan deng nake. Ji bo gel di destê xwe de bigirin tirsê diafirînin. Divê siyasetmedar usluba xwe biguherin.”
 
‘Kes wê Denîzê ji bîr neke’
 
Ji Komeleya Penaberan a Konakê Ayşe Emre jî got bûyereke wisa li Îzmîrê pêk hatiye û got ew ji ber vê gelek nerehet bûne û wiha dawî lê anî: “Jin tiştekî wisa wê tu car qebûl nekin. Nikarin tirsê biafirînin û wê kes Denîzê ji bîr neke.”
 
‘Divê Empatî bê avakirin’
 
Welatiyek ku nexwest navê xwe bide jî bertekên xwe wiha anîn ziman: “Êrîş li hember Gelê Kurd pêk hatiye. Tiliya dewletê tê de heye. Hedef tê nîşan dan. Lê ciwan pir xurt IN. Ez bawer dikim ku em dikarin bi aştiyane bijîn. Ev welat yê me hemûyan e. Ez bawer dikim ku em ê bi ser kevin. Her kes yên din cuda dibîne. Divê aliyê hember bê fêmkirin. Divê empatî bê avakirin.”