Jinan bang kir: Ev şerê me hemûyan e em ê bi ser kevin

  • 09:04 29 Hezîran 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Li Cîhangîrê jinan der barê Peymana Stenbolê ku wê di 1’ê Tîrmehê de ji meriyetê rabe de axivîn û diyar kirin ku ev şer ê wan hemûyan e û wê bi ser kevin û banga xwedîderketina li Peymanê kirin.
 
Jinên ku ji bo Peymana Stenbolê ya wê di 1’ê Tîrmehê de ji meriyetê bê rakirin bi banga ‘Em jiyanê bisekinin’ kirin diyar kirin ku ew ê di 1’ê Tîrmehê saet di 19.00’an de li Taksîm Tunelê bên gel hev û biryarê protesto bikin.
 
Li Cîhangîrê jî jinan der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û banga xwedîderketina li Peymana Stenbolê kirin.
 
Marîna Papazyan da zanîn ku vekişîna ji peymanê dijhiqûqî ye û wiha dirêjî dayê: “Ne tenê mafê jin û LGBTÎ’yan yê hemû kesî hatiye binpêkirin. Di çalakiyan de ligel hev cih girtin di esasê de lezbûna rewşê jî nîşan dide. Ez pir bi hêrs im. Em ê hemû bi hev re li Taksîm Tunelê bin.”
 
‘Astengî hebin jî em ê heta dawî li wir bin’
 
Esra Ogunçmert jî bi lêv kir ku daxwaza rakirina Peymana Stenbolê darbeyeke li dijî mafê jinan e û ev tişt bi lêv kir: “Hemû mafên me ji destê me hatin girtin û her derfet ji bo mêran hat dayîn. Li vî welatî dibêjin qey dikarin her tiştî bi jinan bikin. Li Parka Maçka li hember seyrana Hefteya Rumetê êrîş pêk hat. Dixwazin pêşî li çalakiya ku 1’ê Tîrmehê de pêk tê jî bigirin. Jin hene. Jin xurtin û nikarin mafên wan asteng bikin. Em ê heta dawî li wir bin.”
 
‘Divê xwedî li peymanê bê derketin’
 
Sîbel Ozentaşkin jî bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û daxuyakirin ku peyman dide jiyîn û ev tişt daxuyand: “Divê hemû jin piştgiriyê bidin vê. Bi rakirina peymanê re wê windahiyên jinan pir zêde bin. Ji ber cezayên bi bandor ku wê neyên dayîn şîdeta li ser jinan zêde dibe. Bi rakirina peymana Stenbolê re wê şîdet jî zêde bibe. Ji ber vê divê xwedî li peymanê bê derketin. Dema qanûn ji holê bê rakirin wê ewlehiya canê jinan nemîne. Divê hemû jin di 1’ê Tîrmehê de li Taksîm Tunelê dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Ev şerê me hemûyan e û em ê bi ser kevin’
 
Zeynep Dogangun jî destnîşan kir ku ew 16 salî ye û xwe tu car di ewlehiyê de nabîne û wiha dawî lê anî: “Êvarê piştî 7 û nîvan em li kolanê namînin. Ji ber ku em nizanin wê li kolanê çi bibe. Ev tiştekî gelek xerabe. Bêdengkirina me tiştekî bi êş e. Divê jin li her derê bêdeng nemînin û xwe biparêzin. Ev mafê me ye. Em dest ji mafên xwe bernadin. Ev şerê me hemûyan e û em ê bi ser kevin.”