Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Divê em berxwedana girtiyan mezin bikin

  • 09:02 29 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ÊLIH - Endamên Dayikên Aştiyê yên Êlihê derbarê rewşa girtiyan de fikarên xwe anîn ziman û gotin: "Li dijî zilmê divê em xwedî li daxwazên girtiyan derkevin. Ji bo wê jî divê em têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî bi koma 43'yemîn 215 roj in didome. Çalakiya greva birçibûnê ya ku ji hêla Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin ve hatî destpêkirin 177 roj in didome. Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji hêla Meclîsa Îştarê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ve hatî destpêkirin 194 roj in didome. 
 
Ligel grevên dodimin jî rewşa girtiyan her roja ku derbas dibe ber bi xetereyê ve diçe. Ji ber greve bêtir mafên girtiyan tê binpêkirin û yên nexweş nayên dermankirin. Gelek sazî û dezgehên sivîl daxuyanî dan û bal kişandin ser rewşa girtiyan. Malbat û xizmên girtiyan ji rewşa girtiyan bi fikar in. Endamên Dayikên Aştiyê yên li Êlihê bal kişandin ser çalakiyê û banga xwedîderketina daxwazên girtiyan kirin. 
 
‘Tecrîd li ser me hemûyan e’
 
Leyla Onar destnîşan kir ku zilm û îşkenceya li ser girtiyan bi tu hawayî nayê qebûl kirin û got: “Gelek girtî nexweş in û di bin zilmê de ne. Nayên derman kirin û her roj mafên girtiyan tê binpêkirin. Em jî wek dayik ji rewşa girtiyan gelek bi fikar in û dixwazin êdî daxwazên girtiyan bê qebûlkirin. Tecrîd li ser me hemûyan heye. Em dixwazin êdî ev tecrîd bi dawî bibe. Zilm û îşkenceya li ser girtiyan nayê qebûl kirin. Dewlet jî wek tiştek wisa tune ye dihesibîne lê divê hemû kes hay ji vê çalakiyê hebe. Gerek herkes xwedî li girtiyan derkeve.”
 
‘Daxwaza me tenê aştî û demokrasi ye’
 
Amîne Onar diyar kir ku gelê vê welatê ji edalet û hiqûqê re birçî û tî ne û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Divê girtî bên derman kirin. Ev zilm heta ku dere biçe. Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Ez edaleta rastî hêvî dikim. Hiqûq û edalet li vî welatî nema ye. Daxwaza me tenê aştî û demokrasî ye. Daxwaza edaletê daxwaza hemû gelan e. Heke aştî pêk bê dê ev zilma li ser gel jî biqede. Ji ber vê yekê divê gel li dijî tecrîdê têbikoşe.”  
 
‘Çi ji destê me bê divê em bikin' 
 
Dîlber Kaplan jî da zanîn ku mezinkirina berxwedana girtiyan li ser milê me ye û wiha bi lêv kir: "Bi sedan girtî di zindanan de di greva birçîbûnê de ne. Ne xwarinên wan xwarin e ne jî pêdiviyên wan ên bingehîn tînin cih. Ew di wan  şert û mercên giran de ji bo edalet, aştî û azadiyê bedena xwe dane ber mirinê. Lê belê divê em jî qasî ku ji destê me hat erka xwe bînin cih. Di vê warê de çi li ser milê me be divê em pêk bînin û bikaribin ji çalakiya girtiyan re bibin bersîv. Bêdengiya me tu tiştek çareser nake berawajî wê pêvajoyê kûrtir dike.”
 
Dîlber bal kişand li ser tendûristiya girtiyan jî û wiha got: “Em dibînin her ku diçe rewşa tendurîstiya girtiyan jî li ber xetereyê ve diçe.  Lê tu tedbîr nayên girtin û bi vî awayî fikarên me zêde dibe. Çalakiya grevên birçîbûnê ji bo têkbirina faşizme çalakiyek herî bingehîn e. Divê ji her aliyê cîhanê ve xwedî derketinek pêk bê.”