Ebîr Esaf: Dewleta tirk dixwaze bi şerê birakujiyê kurdan tune bike

  • 09:01 29 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Gulistan Hissein Hamid
 
QAMIŞLO - Endama Desteya Rêvebir a KNK'ê Ebîr Esaf têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê wiha got: "Dema mijar dibe kurd hemû dagirker dibin yek  û hewil didin şerê birakujiyê pêk bînin. Dewleta tirk dixwaze bi şerê birakujiyê kurdan tune bike. Divê em weke gel yekîtiya xwe xurt bikin û li hember plan û dagirkeriya dewleta tirk hişyar bin."
 
Dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê ve bi gaveke nû êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike. Li seranserê Kurdistanê û derveyî welat çalakiyên gelê kurd û dostên wan didome û bi awayekî rojane gel nerazîbûna xwe li dijî van êrişan nîşan dide. Têkildarî rewşa heyî, êrîş û planên dewleta tirk ên li dijî kurdan û bi taybet li ser axa Başûrê Kurdistanê Endama Desteya Rêvebir a KNK'ê û Endama Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Esaf nêrîna xwe parve kir. 
 
'Dewleta tirk rojên taybet ji bo êrîşan hildibijêre'
 
Ebîrê di destpêka axaftina xwe de têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser gelê kurd wiha got:"Bûyerên ku îro li her çar parçeyên Kurdistanê diqewimin, bi dest û siyaseta yekdijminî ye. Em nikarin van êrîşan ji hevdu cuda bikin, ji ber ku kiryarên qirêj li her deverê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve pêk tên. Her wiha îro dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dîsa li ser ax û bajarên me dubare dibe, îro jî dewleta tirk êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike. Hikumeta AKP’ê her tim peyaman dişîne û rojên taybet ji bo ku êrîş bike hildibijêre. Di roja ku êrîşî Efrînê kir ew roj nêzî salvegera avakirina Komara Mahabadê bû. Em van bûyeran bi vî rengî dibînin û şîrove dikin."
 
'Dewleta tirk dixwaze bi şerê birakujiyê kurdan tune bike'
 
Ebîrê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser armanca dewleta tirk a êrîşan û wiha got:"Armanca dewleta tirk a van êrîş û kiryaran ew e ku gelê kurd tune bike. Dewleta tirk dixwaze bi şerê birakujiyê kurdan tune bike. Jixwe Erdogan dijêbe statuyeke kurdan li ser heyvê jî hebe ez Ê li dijî wê bisekinim. Dema referandûm li Başurê Kurdistanê pêk hat, yekem dewleta ku nepejirand dewleta tirk bû. Dewleta tirk bi awayekî eşkere dibêje ku ez statuya kurdan qebûl nakim. Îro gelek bajarên me hatin dagirkirin û berdewamiya dagirkeriyê li hember axa Başurê Kurdistanê dewam dike. Her wiha dewleta tirk statuya kurdan a li Başurê Kurdistanê hatiye avakirin dixwaze bi hincetên cuda têk bibe. Lê belê li dijî vî şerî yekîtî armanca herî girîng e. "
 
'Her tim hewildana şerê birakujiyê tê kirin'
 
Ebîrê diyar kir ku dewleta tirk her tim ji bo şerê birakujiyê tev digere û wiha domand:"Dewleta tirk tu caran naxwaze ku yekîtiya kurdan çêbibe. Em wek kurd gihîştine wê astê ku pêşketinên mezin çêdikin. Îro li dehan herêman statuya me çêbûye. Dewleta tirk her dem dixwaze kurdan bi kurdan bide kuştin û dixwaze şerê birakujiyê pêk were. Divê em weke gel yekîtiya xwe xurt bikin û li hember plan û dagirkeriya dewleta tirk hişyar bin. Di şerê niha de her tişt bi awayekî şênber derketiye holê ku dema pirsgirêk dibe kurd hemû dagirker dibin yek  û hewil didin ku şerê birakujiyê pêk bînin. Mebesta dewleta tirk ne tenê têkbirina çiyayên Kurdistanê ye, mebesta wê têkbirina tevahî kurdan e. Îro şerê ku li Başûrê Kurdistanê tê kirin, dide diyarkirin tevahî axa Başûrê Kurdistanê di xeteriyê de ye. Ger çiyayên Kurdistanê vala bibin wê bi xwe re gelek pirsgirêkên mezin bîne û wê çiyayên me bibe cihê êrîş û projeyên dewleta tirk û çeteyên wê."
 
'Divê gel li dijî êrîşan serî hilde'
 
Ebîrê di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelan kir ku li hemberî dagirkeriyê rabin ser piyan û wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Divê gelê Kurdistanê li her çar perçeyan bizanibe ku bi çi rengî helwest hene û plan li ser kîjan herêmê çêdibin. Banga me ji vir ji hemû kesên rewşenbîr û kesên ku êdî fêm kirine ku mebesta dewleta tirk çi ye rabin li ser piyan. Ji ber ku ev dagirkerî li ser xaka wan tê meşandin. Çiya, dar û zeviyên wan tên şewitandin, gundên wan talan dibin û zirarên ekolojîk çêdibin. Divê gel bêdeng nemîne û li dijî êrîşan serî hilde. Dijmin Kurdistan kiribe çar perçe jî, lê rih û xwîna Kurdistaniyan yek e. Pirgirêkek li ku derê çêbibe wê bandorê li aliyê din bike. Serkeftina ku li aliyekî çêdibe serkeftina tevahî Kurdistaniyan e. Divê her kurdek îro rabe ser piyan û erka ku dikeve li ser milê wan pêk bînin û li hember dagirkeriyê têbikoşin. Divê herkes bizanibe ku armanca dewleta tirk ew e ku dixwazin împaratoriya osmaniyan ji nû ve zindî bikin, ji ber dewleta tirk xwe li ser tunekirina gelan bi cih dike û desthilatdariya xwe li ser çewisandina gelan dide meşandin."