ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

  • 09:00 29 Hezîran 2021
  • Rojev
 
*Endama Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê wiha got:"Dema mijar dibe kurd hemû dagirker dibin yek  û hewil didin şerê birakujiyê pêk bînin. Dewleta tirk dixwaze bi şerê birakujiyê kurdan tune bike. Divê em weke gel yekîtiya xwe xurt bikin û li hember plan û dagirkeriya dewleta tirk hişyar bin." DÎMEN HEYE
 
* Endamên Dayikên Aştiyê yên Êlihê derbarê rewşa girtiyan de fikarên xwe anîn ziman û gotin: "Li dijî zilmê divê em xwedî li daxwazên girtiyan derkevin. Ji bo wê jî divê em têkoşîna xwe mezin bikin." BI DÎMEN 
 
*Îpek Yilmaz a bi komkirina kinêran debara xwe dike da zanîn ew bi keda destên xwe debara xwe dikin û wiha got:"Em bê navber dixebitin û kedê didin. Dema fersendên wisa dikevin destên me ev jî ji me re dibe temînatek. Ji ber ku mixabin em ji cihekî din piştgiriyê nagirin. Ez  heta êvarê di bin tavê de karê komkirinê dikim û bi keda destên xwe debara xwe û malbata xwe dikim." BI DÎMEN 
 
*Li Cîhangîrê jinan der barê Peymana Stenbolê ku wê di 1’ê Tîrmehê de ji meriyetê rabe de axivîn û diyar kirin ku ev şer ê wan hemûyan e û wê bi ser kevin û banga xwedîderketina li Peymanê kirin. BI DÎMEN
 
*Jinan piştî qetilkirina Deniz Poyraz bertek nîşan da û gotin nêrîna ku Îzmîr bajarekî bi ewlehiye hatiye têkbirin. Jinan bi lêv kirin ku ew Denîzê ji bîr nakin û peyama ku wê li dijî tirsa tê afirandin, têbikoşin dan. BI DÎMEN