Jinên wanî li seyranê hatin gel hev

  • 16:57 28 Hezîran 2021
  • Rojane
WAN - Bi pêşengiya TJA'yê, jinên wanî li seyranê hatin gel hevdu. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA),  ji ber pandemiyê demek dirêj nedihatin cem hev. TJA'yê ji bo jinan li ber qerexa Gola Wanê bernameya seyran organîzekir. Endamên Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek jin tevlî seyranê bûn. 
 
Jinan stran gotin û govend gerandin. Derbarê seyranê de hevseroka DBP'ê ya bajêr Gulderen Varli axivî û got: "Şer û tecrîd her roja ku derbas dibe giran dibe. Niha têkoşîn bi greva birçîbûnê didome. Her wiha me ji ber pandemiyê Roja Dayikan pîroz nekiribû. Em niha li vir Roja Dayikan li hemû dayikan pîroz dikin. Her wiha ji bo dayikan dê di 1'ê tîrmehê de bernameyek bê lidarxistin."