Dê Fehîme Poyraz di nav Dayikên Aştiyê de têkoşîna xwe bidomîne

  • 16:41 28 Hezîran 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - TJA û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, çûn serdana HDP'a Îzmîrê ku di encama êrîşa di 17'ê Hezîranê de pêk hat ku xebatkara wan Denîz Poyraz hat qetilkirin  û çûn serdana dayik û bavê Denîz Poyraz.
 
Serdanên ji bo HDP'a Îzmîrê ku Onur Gencer ê faşît êrîş biribû ser û di encamê de Denîz Poyraz a xebatkara partiyê hatibû qetilkirin berdewam dikin. Di çarçoveya van serdanan de Tevgra Jinên Azad (TJA) û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê jî îro çûn serdana rêxistina Bajêr a HDP'ê. Aktîvîstên TJA'yê ku di heyetê de cih digirtin û Dayikên Aştiyê li avahiya partiyê ji aliyê parlamenter Feleknas Uca, Serpîl Kemalbay û rêveberên partiyê ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Denîz bi qurnefîlan hat bîranîn
 
Heyeta çû avahiya partiyê di serî de quncika ji bo Denîz Poyraz hatibû amadekirin ziyaret kir û qurnefîl danîn ber wêneyê wê. Li ser navê heyetê Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Peyruze Kurd  axivî. Peyruz diyar kir ku ew êrîşa hat kirin şermezar dikin û got ku ew ê têkoşîna aştiyê ya Denîzê bidomînin."
 
'Em dizanin ku li pişt êrîşê kî heye'
 
Piştî Peyruze Feleknas Uca axivî û got ku ew dizanîn li pişt vê êrîşê kî heye û wiha berdewam kir, "Ji ber zîhniyeta faşît hevala me li avahiya partiyê hat qetilkirin. Zîhniyet qirker a faşît komkujiyên xwe li ser jinan dike. Ji ber vê ye ku qetilkirina Denîzê jî ne rasthatinek e. Dilê hevala me Denîz ji bo azadiyê lê dida. Em ji  vir jê re dibêjin ku tu rehet razê em ê bi hev re li têkoşîna te ya azadiyê xwedî derkevin."
 
'Jin wê li dijî mîlîtarîzm ê bibêjin aştî'
 
Parlamentera DHP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî diyar kir ku ger hemû jinên li Tirkiyeyê ji bo têkoşîna hevpar bên gel hev, wê bikaribin qetilkirina Denîzan asteng bikin û wiha dirêjî da axafitna xwe, "Ji bo têkoşîneke hevpar têkoşîna Dyikên AŞtiy û Dayikên Şemiyê gelek girîng e. Dayê Fehîme jî got ku ew li dijî qetilkirina Denîzê dibêje 'bila şehatdeta wê bibe wesîleya aştiyê'. Em jin xwedî îradeyeke ku li dijî zîhniyeta mêr a mîlîtarîst dikarin jiyaneke nû ava bikin e. Em ê ji bo  vê têkoşînê bidin."
 
Fehîme Poyraz bû Dayika Aştiyê
 
Piştî wê heyet çû mala Denîzê ku li Ballikuyuyê ye û serdana Dayika wê Fehîme û bavê wê Abdullah Poyraz kir. Di serdanê de Dayikên Aştiyê ragihandin ku Fehîme Poyraz  jî dayika aştiyê ye.