Li Qoserê jî navê Denîz Poyraz li zaroka nû ji dayik bû kirin

  • 16:06 28 Hezîran 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Piştî ku Denîz Poyraz hat qetilkirin dayikên kurd ji bo ku navê wê bidin jiyîn zarokên ku nû diwelidînin navê Denîzê li wan dikin. Îro jî li Qosera Mêrdînê Denîzek nu ji dayîk bû. 
 
Denîz Poyraz di 17’ê Hezîranê de di encama êrîşa li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê de hat qetilkirin. Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz li ser qetilkirina Denîz axivîbû û gotibû : “Denîzek hat qetilkirin, lê wê bi hezaran Denîz li pey wê rabin.” Dayikên kurd jî ji bo ku Denîz bêmirin bikin û qetlîama pêk hatiye di hişan de zindî bihêlin navê wê li  zarokên xwe yên ku nu welidandine dikin. Îro ji li navçeya Qosera Mêrdînê Denîzek ji dayîk bû.
 
Diya Denîza ku îro ji dayik bûye Lutfiye Ayaw, diyar kir ku ew qetilkirina Denîzê şermezar dikin û ew ê jî zarokên xwe wekî Denîza mezin zaroka xwe aşiqê azadiyê û li dijî nîjadpersestiyê mezin bike.