Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em soz didin Denîzê em ê têkoşîna xwe mezin bikin

  • 14:48 28 Hezîran 2021
  • Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê li ber parlamentoyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Ayşe Acar Başaran di daxuyaniyê de got: "Em soz didin Denîz û jinên ku hatine qetilkirin em ê têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterên jin ên HDP'ê li ber parlamentoyê bi minasebeta betalkirina Peymana Stenbolê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de jinan wêneyên endama HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz hildan. Her wiha dowîzên wekî "Em Denîz in", "Em dev jî Peymana Stenbolê bernadin", "Ne edaleta mêr edaleta rasteqîn adalet” û "Bijî piştevaniya jinan" vekirin. Li ser navê jinan Berdeva Meclîsa Jinan a HDP'ê, parlamenter Ayşe Acar Başaran daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Polîtîkayên dijminatiya li hemberî jinan ya ku bi tifaqa AKP-MHP'ê pêk tê didome. Hewl didin ku jinên ku li dijî rejîmê derdikevin bêdeng bikin. Li hemberî civak, xweza, jin û zarokan dijminatiyek tê kirin û êdî vê dijminatiyê venaşerin. Sûcên ku bi dewlet-çete-mafyayê pêk hatî deşîf re bûn. Bingeha sedema qeyrana siyasî pergala qirêj e û êdî nayê maskekirin. Îqtîdara ku li hemberî hemû beşên civakî şerek daye destpêkirin bi maskeyên xwe vedişere û îqtîdar jinê jî wekî xetereya herî mezin dibîne. Ji ber ku jin li hemberî sûcên ku pêk tên bêdeng nabin. 
 
Serdestiya ku Tirkiyeyê bi rêve dibe bi gotinên 'Em ji wekheviya jin û mêran bawêr nakin' mafên jinê binpêdikin. Jinên ku li dijî serdestiya mêr têdikoşin, li her qadê dibêjin "Em hene". Di mekanîzmayên siyasetê de, di rêveberiyên herêmî de tehemûlê jinê nakin. Li hemberî pergala hevserokatiyê û temsiliyeta wekhev êrişeke heye. Li hemberî vîna gel û vîna jinê qeyûm hatin tayînkirin. Piştî tayînkirina qeyûman navêndên li dijî şîdetê dixebitin girt, stargehên jinan girt û hemû mekanîzmayên ku jin serî lêdidan û sûdê digirtin bi yekcarî hatin girtin. Kooperatîfên jinan û qadên îstîhdamê yên jinan hedef hatin girtin. 
 
Di pêvajoya pandemiyê de xizanî bêtir kûr bû û bi taybetî jî jin mexdûr bûn. Xizanî wek qeder li jinan hat ferzkirin. Jin wek hêza erzan a kar hat dîtin, li hemberî jinan kedxwariyeke mezin hat pêşxistin. Tifaqa mêran pêvajoya pandimiyê ji xwe ker kir firsendek. Her wiha bi Kod 29'ê gelek jin ji kar hatin derxistin. Jinê mehkûmê li malê kirin. Lê em ê li dijî xizaniyê jinê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Li hemberî jinên kurd bi destê unîformayan polîtîkayeke taybet ên şer tê meşandin. Denîz Poyraz jî bû hedefa polîtîkayên zayendperest û mîlîtarîst. Kujer bi rêhetî ket avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û Denîz qetil kir, îşkence lê kir. Bi gotinên 'terorist' dixwazin qetlîamê meşrû bikin. Lê jin dê hesabê qetilkirina Denîzê bipirsin. Ne edaleta mêr dê edaleta rastteqîn darizandinê pêk bîne. 
 
Êrişa li hemberî Peyman Stenbolê jî didome û li şûna ku peymanê pratîze bikin paşve kêşandin. Ev tişt tê wateya êrekirina kuştina bi hezaran jinan. Yemen Akkurt li Aksarayê hat kuştin û heta niha 50 carî gilî kiriye.  
 
Em li ber parlamentoyê bang dikin. Hûn nakirin deng û berxwedana jinê asteng bikin. Êdî rêjîma we nikare mafê me xesp bike. Em wiha bang dikin; 
 
*Em wek meclîs em ê li her qadê têkoşîna xwe û rêxistinbûna xwe mezin bikin. 
 
*Em nahelin ku derbarê maf û destkeftiyên me biryarên hedef girtinê bên dayîn. 
 
*Em ê maf û destkeftiyên xwe bi mezinkirina têkoşîneke yekgirtî carek din bigirin. 
 
*Em ê li her qadê fikr û ramanê Meclîsa Jinan a HDP'ê bînin ziman. Lê divê bê zanîn ku nihakin HDP'ê bigirin. Têkoşîna jinê dê nehêle ku HDP bê girtin. 
 
*Em ê li dijî rejîma qayûmê pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev biparêzin. 
 
*Em ê li avahiyên dadgehê ne edaleta mêr, em ê edaleta rasteqîn biparêzin. 
 
*Em ê bi têkoşîneke hevpar carek din Wezareta Jinê avabikin. 
 
*Em ê li dijî hewldana Komîsyona Lêkolînê ya Şîdeta li hemberî Jinê ya ku şîdetê meşrû dibîne têbikoşin. 
 
*Em ê bi rêxistinên jinan re xwedî li Peymana Stenbolê derkevin û bêjin 'Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin'.
 
*Em soz didin Denîz û jinên ku hatine qetilkirin em ê têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî” û “Denîz Poyraz nemir e" bi dawî bû.