Çalakvanên li Mexmûrê: Ger em yekitiya xwe ava bikin em ê bi ser kevin

  • 12:35 28 Hezîran 2021
  • Rojane
MAXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, di roja 193’an de didome. Çalakvan Çîgdem Uren, diyar kir ku xwedîderketina li grevê girîng e û got: "Bangewaziya min ji bo ciwanên kurd û jinên kurd heye ku em yekitiya xwe avabikin û bi awayekî fîzîkî rêberê xwe azad bikin."
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 96’an di roja 193’an de berdewam dike.
 
‘Pêwiste tevayî Gelê Kurd rabin ser piyan’
 
Li ser navê koma gel ku îro hat serdanê Xanim Sanri serkeftin ji çalakvanan re xwast û bi vê awayî axivî û got: “Em serkeftinê di çalakiya we ya pîroz re dixwezin, em hêvî dikin ku em ê bi çalakiyên wisa bigihin serkeftinê. Rêber Apo Gelê Kurd gihandiye astekê gelek bilind û bi nirx, ji ber vê yekê em gelekê bi şansin ku rêberek weke Rêber Apo heye. Pêwiste tevayî Gelê Kurd rabin ser piyan û li dora Rêber Apo bibin xelekek ji agir. Weke jinên kurd em çi bikin ji bo Rêber Apo kêm e. Niha gerîllayên azadiyê li hember dagirkeriyê şerekê dîrokî dimeşîne. Sekna tevahî hevalên çalakvan û gelê wargehê gelek bi rûmet e. Em het dawiyê li kêleka gerîllayên xwe ne, çi ji destê me bê em ê bikin.” 
 
‘Çi bibe bila bibe em ê bigihin serkeftinê’ 
 
Li ser navê koma di çalakiyê de jî Rubar Spîndarok xêrhatina koma gel kir û wiha got: “Gelê bi rumet em bi hatina we ya serdana çalakvanan em pir keyîfxweş dibin. Xewin û xeyalê Rêber Apo ji bo ku kurdan bîni gel hev ji bo bi hev re baxivin, hevre tifaqê çêkin û yekitiya xwe ava bikin. Hevdu agahdar bikin hertim ked û xebat daye. Ji ber wê yekê her kombunek a me dide diyarkirin ku xewin û xeyala rêbertiya xwe em bi cih tînin. Ya herî girîng em yekbin em ê wisa bigihin serkeftinê. Kî çi dibêje bila bêje em ê bi serkevin. Ji ber berxwedanek bê hempa gerillayên azadiyê li hember dijminê xuwnxar didin meşandin. Li kêleka gerillayên azadiyê Gelê Kurd û dostên Gelê Kurd berxwedaniyek mezin didin meşandin."
 
'Bi çalakiyan em ê bibin bersiv'
 
Ji çalakvanên greva birçîbunê Çîdem Uren wiha behsa xwe ya tevlîbûna grevê kir: "Ez wek keçeke kurd wek penabera wargehê ketim greva birçibunê ez gelek keyfxweşim ku tevlî çalakiyê bûme. Armanca me diyare azadkirina fiziki ya Rêber Apo ye. Em di serdemeke gelek giran de derbaz dibin hem li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava şereke giran heye. Li çiyayên azad şereke giran heye. Gerilayên me şehîd dikevin. Em dixwazin ji bo gerila bibin dengek. Her wiha hevalên me yên di zindanan de jî li berxwe didin û di nava çalakiyan de ne. Em dixwazin dengê xwe bigihinin wan ku em piştgiriyê didin wan. Bangawaziya me ji bo ciwanên her çar parceyên Kurdistanê ew e ku tevlî çalekiyan bibin Rêbere xwe bi fizikî di nava xwe de bibinin. Li beranberî zilim, zordarî bêdeng nemînin dijimin li ser me zordari bike û gefên xwe li me dikin em ji dixazin bi van çalakiyan bibin bersivek. Serok Apo kedek mezin daye ku ji bo jin azad bijî. Bi saya serok bi miyonan jin bûn xwedî îradayek azad, jiyana xwe bide berdewam kirin. Bi keda Rêber Apo jin êdi azad dijîn. Bangewaziya min ji bo ciwanên kurd û jinên kurd heye ku em yekitiya xwe avabikin û bi awayekî fîzîkî rêberê xwe azad bikin."