Li Bestayê agir bi daristanê ket

  • 12:26 28 Hezîran 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Li herêma Bestayê, bi destpêkirina operasyona leşkerî re li gelek noqteyan agir bi daristanan ket. 
 
Li herêma Bestayê ya Şirnexê, bi destpêkirina operasyonên leşkerî re li gelek deveran agir bi daristanan ket. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku duh li herêmên Girêgivara, Bestahincê, Germav û Kanîfeşkê agir bi daristanan ketiye. Ji ber operasyonên leşkerî welatiyên li herêmê nikarin şewatê vemirînin. Her wiha hat zanîn ku li noqteyên şewatê tevgera hewayî heye.