Eren Keskîn: Piştî Denîzê hatiye qetilkirin îşkence li cenazeyê wê kirine

  • 10:53 28 Hezîran 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn di Panela Ji Cenaze re Rêzdarî û Edaletê de axivî. Eren, diyar kir ku ji damezrandina komara tirk vir de gelek sûc hatine kirin û DYA jî hevkarê sûcên ku hatine kirine. Erenê anî ziman ku wan agahiyên piştî Denîz Poyraz hatiye qetilkirin îşkence lÊ hatiye kirin bi dest xistine û wiha berdewam kir, "Di salên 1990'î de jî sûc dikirin û sûcê xwe înkar dikirin. Lê niha pêdivî bi înkarkirina sûcê dikin nabînin."  
 
Înîsiyatîfa Ji Mirî re Rêzdarî û Edaletê, bi sernavê, "Hiqûqnas li ser Êrîşên li Cenaze û goristanan Diaxivin" bi rêya Onlînê cara 3'emîn panel li dar xist. Di panela ku moderatoriya wê Gulan Çagin Kalelî kir de, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan Eeren Keskîn , Hiqûqnas Dîlek Kurban û Parêzer Serhat Çakmak wekî axaftvan tevlî bûn.  
 
Di panela ku hat lidarxistin de parlamenterên HDP'ê Hişyar Ozsoy, Meral Daniş Beştaş, Serpîl Kemalbay, Pero Dundar û Hevberdevaka berê ya HDK'ê Îdîl Ugurlu,  Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz û gelek nûnerên saziyên hiqûqê û saziyên sivîl tevli bûn. 
 
'Di salên dawîn de tundî zêde bû'
 
Axaftina vekirinê ya Panelê ji aliyê parêzer Gulan Çagin Kalelî ve hat kirin. Gulan diyar kir ku li Tirkiyeyê bi salan li miriyan îşkence hat kirin û êrîş li goristanan hatiye kirin û di demên dawîn de bi pêkanînên ku kirin meriyetê re tundiya bi vî rengî zêdetir bûye.  Gulanê diyar kir ku aarmanca Înîsiyatîfa wan ew e ku li miriyan xwedî derkevin û ji bo ku dawî li van pêkanînan bê bal kişans der hevakariyê. 
 
'Erdnîgariya sûc'
 
Hevseroka ÎHD'ê ya Giştî Eren Kesîn a ku di panelê de axivî jî derbarê êrîşên li ser cenaze û komkujiyên ku ji destpêka avakirina komar tirk de tên kirin nircandin kir. Erenê wiha  berdewam kir, "Ev erdnîgariyeke sûc e. Zîhniyeta ku di sala 1915'an de ermenî qir kirin komara tirk jî damezrand. Wezîrê Edaletê yê dema ku qanûn dihatin çêkirin Mahmut Esat Bozkurt gotiye, 'bila herkes bibihîzê ku xwediyê vê erdnîgariyê tenê miletê tirk e. Yên derveyî tirkan  mecbûrê ku bibin xizmetkarên wan' û bi vê zîhniyetê gelek sûc hatin kirin."
 
'Denîz piştî hatiye qetilkirin îşkence lê kirine'
 
Erenê diyar kir ku wan di encama pêkanînên "kiryar ne diyar de" di salê 1990'î de gelek hevalên xwe winda kirine, anî ziman ku Denîz Poyraz a di encama êrîşa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin jî wan derbarê wê de agahiyên ku piştî qetilkirinê îşkence lê hatiye kirin bi dest xistine. Eerenê bal kişand ser bûyera Endamê ASALA yê Levon Ekmekçiyan, Doza Kerboranê, doza nahîde Opuz û ya LGBTÎ'yan û derbarê van bûyeran de jî agahiyên balkêş dan û pêvajoyên van dozan vegotin. Erenê got ku ev bûyerên kiryar nediyar ji ber ku Tirkiye Peymana  Navneteweyî ya NY'ê ya derbarê windakirina kesan a bi darê zorê îmze nekiriye doz dikevin ber demboriyê û bi vê jî tu ceza nayê dayîn.
 
'Pêdiviyê nabînin ku sûcên kirine veşêrin'
 
Erenê diyar kir ku Tirkiye hem hiqûqa xwe hem jî ya navneteweyî binpê dike û wiha domand:"Li hember binpêkirina hiqûqê jî bêdengiyek heye. Min di tu serdemê de xwe wekî vê serdemê neçar nedît. Di 1990'î de jî sûc dikirin lê belê înkar dikirin. Niha pêdiviyê nabînin ku sûcên kirine veşêrin. Her wiha li dijî kuştinên jinan jî bêdeng dimînin. Ekîn Van bi awayekî li dijî hemû peymanên navneteweyî hat qetilkirin. Bedena wê hat teşhîrkirin. Di heman demê de divê em li ser helwesta muxalefetê ya newekheviyê jî nîqaş bikin."
 
'Ev polîtîkayan wekî kevneşopiya dewletê hat roja îro'
 
Parêzer Serhat Çakmak jî bal kişand ser Goristana Xerzanê ya Gundê Oleka Jor a Bedlîsê û got:"Goristana Xerzanê hilweşandin û cenaze li peyarêyên Goristanên Kilyosa Stenbolê veşartin. Kesên êrişî goristana dikin perçeyekî ji zihniyeta yekperest in. Di dîroka Komarê de ev bûyer her qewimîne. Ev polîtîkayan wekî kevneşopiya dewletê hat roja îro. Walîtiya Bedlisê jî di daxuyaniyên xwe de anî ziman ku ev kirariyan bi rêyeke hiqûqî hatine kirin. Lê belê tiştên di vê derbarê de hatin kirin ne hiqûqî bûn. Me serlêdana sûc kir lê belê biryara bêşopandinê hat dayin." Di heman demê de Serhat sepandinên li ser cenazeyên PKK'yiyan ên ji 1990'î vir ve jî bi mînakan rave kir. 
 
'Rêzdariya ji bo bedena mirî nirxê hevpar ê mirovatiyê ye'
 
Hiqûqnas Dr. Dilek Kurban da zanîn meseleya rêzdariya ji bo miriyan rêgezeke exlaqî ye û wiha domand:"Rêzdariya ji bo bedena mirî nirxê hevpar ê mirovatiyê ye. Têkildarî îşkenceya li hemberî miriyan di hiqûqa navneteweyî de jî valahiyek heye. Li Cizîrê Dayika Taybet hat kuştin û cenazeyê wê bi rojan li erdê ma. Ev îşkence ye û divê êdî dawî li van îşkenceyên li ser bedena miriyan bên. Îşkence û kuştin binpêkirina mafê jiyanê ye."
 
Piştî beşa pirs û bersivan panel bi dawî bû.