Piştî Denîzê ji jinan bang: Divê têkoşîn bê mezinkirin

  • 09:03 28 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku qetilkirina Denîz Poyraz a di êrîşa li hember HDP’ê de, peyameke ji bo Kurd, jin û raya giştî û banga mezinkirina têkoşîna yekbûyî kirin.
 
Di êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê de faşîst Onur Gencer, Denîz Poyraz qetil kir û bertekên li dijî vê her diçin mezin dibin. Hema hema her roj çalakî û bername pêk tên û bertekên li dijî komkujiyê tên ziman û tê diyarkirin ku li pişt êrîşê hêzeke veşarî heye. Jin ji ajansa me re axivîn û gotin bi vê êrîşê peyam dane Kurdan, jin û rayagiştî ya demokratîk û gotin divê têkoşîna yekbûyî mezin bibe.
 
‘Suîkast berdewama plana têkbirinê ya 2014’an e’
 
Aktînîvsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Nur Aytemûr da zanîn ku tiştên tên jiyîn berdewama ‘plana têkbirinê’ ya di 2014’an de di civîna Lijneya Ewlehiya Netewî (MGK) de hatiye girinê ye û got piştî pêvajoya aştiyê xera bûye şûnde polîtîkayên şer yên li ser Kurdan berdewam kirine. Nur di axaftina xwe de wih agot: “AKP jî lingê vê yê siyasî ye. Têkiliya wan ya bi hêzên paramîlîter re evqas derketiye asta jor. Bi taybet hestên welat û netew sor dikin û bi polîtîkaya dijminahiya li hember Kurdan êrîş dikin. Me ev qirkirin bi mehan berê bi kampanya ‘em xwe diparêzin’ tespît kiribû. Dema me digot ‘em xwe diparêzin’ me ev digot. Em axaftina zimanê xwe, bi xwedîderketina hêza rêxistinbûna xwe diparêzin. Kampanya hîna didome.”
 
‘Jin û mijara Kurdan nikare bibe mijara hilbijartinê’
 
Nur destnîşan kir ku avakirina pergala faşîzmê bi tunekirina jinan, tê lezkirin û dewlet dizane ku ev sedsal sedsala jinan e û wiha dirêjî dayê: “Pirsgirêka Kurd jî pirsigrêka jinan jî di sindoqan de nayê çareserkirin. Pirsgirêka jin û Kurdan nikare bibe alava hilbijartinê. Ev têkoşîn ji têkoşîna rêxistinbûnê derbas dibe. Divê em jin gotina Kurd, Elewî, bindest û zarokan zêdetir bêjin. Em wek TJA bawer dikin ku bi têkoşîna li kolanê wê destkeftî bên bidestxistin.”
 
‘Êrîş peyama ji bo jinan e’
 
Endama Meclîsa Jinan a Sosyalîst  (SKM) ya MYK’ê  Çîçek Otlu jî nêrînên xwe anîn ziman û daxuyakirin ku êrîşa li hember HDP’ê bersiveke ji bo jin, rayagiştî ya demokratîk û tevgera çep a kedkaran e û ev tişt bi lêv kir: “Ev nîşaneya krîza ku AKP û MHP nikare bi rêve bibe ye.  Lîderê çeteyê bi piştgiriya dewletê Sedat Peker kuştinên kiryarnediyar û tecawiza li hemberî jinan vegot. Ev polîtîkaya pergala serdest ya mêran a li hember jinan e. Me ev polîtîka di qetilkirina Sakîneyan, Sêvê, Pakîze, komkujiyên Pirsûs-Enqereyê de dîtin.  Di şexê Denîz Poyraz de peyama ‘Hun çiqas bêjin em bêdeng namînin, em natirsin, em ê we qetil bikin’ didin.”
 
‘Welatî bûn bersiva peyama ku tê dayîn’
 
Çîçekê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî doza girtina HDP’ê bi qetilkirina Denîzê, xwestin ku pêşî li piştgiriya HDP’ê bigirin. Lê tevgera çep a kedkaran, tevgera jinan û sekna dayika Denîzê bersiva vê dan. Gel bi peyama ‘Denîzek çû wê hezar Denîz bên’ bersiv da. Her kes xwedî lê derket. Her kes dizane ku çima dadikevin kolanê.”
 
‘Divê têkoşîna topyekun hebe’
 
Ji piştevaniya Mor Denîz Uslu jî destnîşan kir ku êrîşa pêk hatiye bi qetilkirina jinên li ber çavan tên qetilkirin dişibin hev û wiha daxuyand: “Tevî ku jin bi dehan carî serî li hêzên ewlehiyê didin nayên parastin, tedbîrên pêwist nayên girtin û herî dawî tên qetilirin. Denîz ji aliyê kesekî çekdar ku dikeve avahiya ku her tim di bin çavan de ye û tê qetilkirin. Welatê me bi kuştina kiryar nediyar diheje. Êrîşên li hember HDP’ê encama polîtîkaya hikûmetê ne. Ev kuştineke organîzekirî ye. Her roj jin tên qetilkirin. Ger ku em li dijî şîdeta mêr dewletê bi topyekun tevnegerin em ê bi tabloyek hîn bêtir reş re bên rû hev.”
 
‘Êrîşa li hember HDP’ê li hember jinan pê hatiye’
 
Ji Rêxstina Partiya Keskan û Sol Gelecek Nevîn Aytekîn jî bertek nîşanê komkujiyê da û got tevî serlêdanên ji bo Walîtiyê komkujî pêk hatiye û ev tişt anî ziman: “Em bi fikarin ku wê wek kujerên din yên jinan ceza ji bo gumanbar Onur Gencer jî neyê dayîn. Êrîşa li hember HDP’ê êrîşa li hember jinan e. HDP partiyeke jina ye û ji xwe li dijî HDP’ê jî kampanyayek heye. Ne tenê li hember HDP’ê li hember azadiya hemû gelan e.  Ji xwe HDP di hedefa dewletê de ye. Divê em jin bibin yek û bi hev re têbikoşin.”
 
‘Ev ne suîkasta yekem e’
 
Ji Meclîsa Jinan a Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Ebru Dînçel jî bi lêv kir ku ev ne  suîkasta yekeme û wiha dawî lê anî: “Têkiliya dewlet-mafya, siyaset-çapemeniyê ne bi îfşayên Sedat Peker, bi qezaya Susurlukê derket derve. Li dijî feshkirina Peymana Stenbolê, pankarteke navê jinên di 3 mehan de hatine qetilkirin nivîsîbû hatibû daliqandin.Navê 88 jinî lê bû. Li pişt pankarê cam bi guleyan hat şikandin û mixabin navê Denîzê bi guleyan li wê pankartê hat nivîsîn.”