ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

  • 09:00 28 Hezîran 2021
  • Rojev
 
*Di demsala havînê de zebeşê ku zêde tê xwarin ji aliyê bijîşkan ve di alî zêde xwarin û fêdeyên wî de hişyarî tên kirin. Pispor Diyetîsyen Ecem Ocak li dijî gotina ‘zebez kîlo dadixîne’ hişyar dike.
 
*Mehmet Karacaoglan yê ku ji ber tecawizî du zarokan kiriye tê darizandin  tevî îfadeya herû zarokan serbest e û nayê girtin. 
 
*Jinan diyar kirin ku qetilkirina Denîz Poyraz a di êrîşa li hember HDP’ê de, peyameke ji bo Kurd, jin û raya giştî û banga mezinkirina têkoşîna yekbûyî kirin. DÎMEN HEYE
 
*Nuran Îmîr a HDP’yî der barê îdianameya bi daxwaza girtina HDP’ê hatiye girtin de axivî û got:" Der barê min de di îdianameya berê de 86 lêpirsîn hebûn lê bi îdianameya nû re daket 6’an. 80 lêpirsîn bi ku de çûn? Tu hêz nikare hebûna kurdan qedexe bike." DÎMEN HEYE