TJKN'ê Civîna xwe ya serdema nû pêk anî

  • 16:16 27 Hezîran 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Organîzasyona Jinên Kurd (TJKN) li Rûsya û Koma Dewletên Serbixwe civîna xwe ya serdema nû kir.
 
Organîzasyona Jinên Kurd (TJKN)  ya li paytexta Rûsya Moskovayê ye ji bo plansaziya xebatên serdema nû li hevîn li dar  xist. Di civînê de jinan pirsgirêkên xwe yên aborî, civakî û qadên din nîqaş kirin û qala rola jinan a di nav mal û civakê de kirin.
 
Di civînê de xebatên serdema nû jî hatin eşkerekirin. Piştî civînê Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiyeke fedaî kiribû, hate bîranîn. Di çalakiyê de sînevîzyona li ser Zîlanê hate temaşekirin û derbarê çalakiya wê de axaftin hate kirin.
 
Di civînê de li ser navê TJKN’ê axaftin hate kirin û jinan bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li girtîgehan hatiye destpêkirin. Di çalakiyê de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk jî hate protestokirin.
 
Di daxuyaniya ku hat dayîn de jî wiha hate gotin “Em jinên Kurd ên li Koma Dewletên Serbixwe û Rûsyayê  bang li jinên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bila li hemberî van êrişan bêdeng nemînin û helwesta xwe ya li hemberî Tirkiyeyê aşkere bikin.”