Ciwanan qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin

  • 16:04 27 Hezîran 2021
  • Rojane
 
WAN - Ciwanên li Kolana Cumhuriyetê kom bûn, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin.
 
Li Wanê, qetilkirina Denîz Poyraz û êrişa li dijî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê hat şermezarkirin. Ciwan duh bi şev li Kolana Cumhuriyetê kom bûn, dest bi meşê kirin û dirûşma “Denîz Poyraz bêmirine” berza kirin.
 
10 ciwanên ku polîsan ew rawestandin, bi hinceta ku dirûşm berz kirine, binçav kirin. Polîsan ciwan birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Wanê. Hat diyarkirin ku ciwan bi îdîaya “Propagandeye rêxistinê kirine” dibin çavan de tên girtin. Hat destnîşan kirin ku dibin çavan de mûameleya xirab li ciwanan hatiye kirin.