Zarokek ji aliykê tîmên dij-terorê yên PDK'ê ve hat qetilkirin

  • 13:17 27 Hezîran 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Heval Emîr ê 15 salî yê li Hewlêrê ji aliyê tîmên dij-terorê yên girêdayî PDK'ê ve hat qetilkirin, diyar kir ku ji bo bûyerê aşkere nekin gef li wan hatiye xwarin û pirsa: "Gelo Weysî Barzanî çi li Heval kir?" kir. 
 
Zarokê 15 salî Heval Emîr ê li bajarê Hewlêr ê Herêma Federe a Kurdistanê, di encama gule berdana tîmên dij-terorê yên girêdayî PDK'ê ve jiyana xwe ji dest da. Êriş di 9'ê Hezîranê de pêk hat û piştî 15 saetan agahiya kuştina Emîr ji bo malbata wî hat dayîn. Malbata Emîr a ku pirsa awayê kuştina kurê xwe kir, PDK'ê gef lê xwar. Hêzên PDK'ê yên îdîa kirin ku Emîr li gorî hişyariya "raweste" tevnegeriyaye, heta niha tu daxuyaniyek fermî nedane. Hêzên girêdayî PDK'ê yên gotin Şêx Weysî Barzanî yê PDK'î bi bûyerê re eleqedar dibe, ji bo ku malbat bûyerê ji raya giştî re aşkere neke, tehdît jî kirine.  
 
Li ser laş birîna kêrê
 
Ji bo ku bûyer bê ronîkirin, dayik û birayê Emîr daxuyanî dan. Birayê Heval Emîr, Ûmêd Emîr, bi vî awayî behsa bûyerê kir: "Ji me re gotin qeyd negirin û ji çapemeniyê re nebêjin. Gotin ku Şêx Weysî Barzanî bi bûyerê re eleqedar dibe. Lê belê, min bixwe wêneyên cenazeyê birayê xwe kişandin. Min bi xwe belge kir ku bi 7 guleyan hatiye kuştin û li ser laşê wî birîneke kêrê heye. Ger ev lawik di nava müfrezeye de bû û ji bo ku nesekiniye hatiye gulebarankirin, diviyabû ji paşve hatiba gulebarankirin. Lê, hemî gule ji pêş ve lê ketibûn, ji paşve jî tu şopên gulayan li ser bedena wî tune bûn. Dîsa, piştî bûyerê 15 seatan, me agahdar kirin ku kurê we hatiye kuştin. Ev jî ne bi rêyên fermî, bi rêyên sivîlan ji me re gihandin.”
 
Ûmêd Emîr, da zanîn ku birayê wî Emîr 15 salî bû û wiha got: “Ne wesayîta wî hebû, ne jî li ser pere hebûn. 28 gule li wesayîtê ketibûn, lê guleyek bi tenê jî li kesê li kêleka wî bû neketiye. 7 gule li canê birayê min ketine.”
 
‘Çi sûcê kurê min hebû?’
 
Dayika Heval Emîr jî, pirsa “Ma çi sûcê kurê min hebû ku kuştin’ kir û wiha got: “Wî ji min 5 hezar lîre xwestibû û min dayê. Min jêre got, lawê min bi şev zû vegere malê. Gava ku piştî nimêja êvarê nehat, min telefonî wî kir, lê min nekarî xwe bigihînimê. Dû re ew bi xwe li min geriya, got dayê, meraq neke, ez ê werim. Min pirsa tu li ku yî jê kir, ji nişkê ve li ser têlefonê dengek derket û telefon hat girtin. Dû re min bi dehan car lê geriya, lê kesî bersiv neda. Dotirîna rojê di demjimêr 3’yan de piştî nîvro, du kesên sivîl hatin. Gotin kurê te hatiye kuştin. Wa got, ew nizanin çi qewimiye. Di cih de ez çûm navendê. Li wê derê gotin, ferman ji Weysî Barzanî heye, ew naxwaze ku hûn tu çapemeniyê bînin vir. Li ser vê yêkê min pirsên çi li kurê min hat? Weysî Barzanî çi li kurê min? kir.”