Li Mexmûrê koma 97'an greva birçîbûnê dewr girt

  • 11:38 27 Hezîran 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 97’an dewir girt. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hatibû kirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro koma 97’an dewir girt û grev 192 roj in didome.  
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan hat destpêkirin. 
 
Li ser navê koma 96’an Zîlan Özek di serî de xêrhatina gelê wargehê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: ‘’ Pêvajoya ku em tê de ne pêvajoyek hesas û giran e. Gerîllayên azadiya Kurdistanê bi îradeyek ji pola berxwedanek bi heybet derxistine holê. Bê guman ev rihê Apoyî û sembola azadiya Gelê Kurd e. Rêbertiya me ev 23 sal e li Îmraliyê li dijî sîstema qirker berxwedanek bê hempa di meşîne û li ber xwe dide. Em jî weke gelê Mexmurê heta dawî şopdarê rêbertiya xwe ne şopdarê rêya azadiyê ne. Em weke wargeha Rêber Apo em ê di hemû şert û mercan de li ber xwe bidin. Li ser vî bingehî em ê li gora rihê pêngava ‘Dem Dema Azadiye’ tevlî pêvajoyê bibin. Em ji dîrokê fêr bune ku yên li ber xwe didin hertim bi ser ketine.’’
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd na mirin" û "Bimre Îxanet" bi dawî bû.