Emîne û Ferît Şenyaşar 111 roj in 'edaletê' dixwazin

  • 11:19 27 Hezîran 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyayar ên ku lê gerîna xwe ya li "edaletê" berdewam dikin, wêneyên xwe yê li gel Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenterê HDP'ê bû û piştre parlamenteriya wî hat xistin û hat girtin parve kirin. Emîne û Ferît di parvekirina xwe ya bi wêne de wiha gotin, "Kesên ku heq, hqûq û edaletê dixwazin tenê nehêlin."
 
Malbata Şenyaşar a ku sê kes ji wan  ji aliyê AKP’iyan ve hatin kuştin û kesek ji malbatê jî di girtîgehê de ye, bi daxwaza “edaletê” 111 roj in li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê pêk tîne. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, çalakiya xwe ya 5 rojên di nava heftiyê de li ber Edliya Rihayê li dar dixin, di dawiya hefteyê de jî, li mala xwe dewam dikin. Malbat îro jî mîna her dawiya heftiyê, nobeta xwe li mala xwe  berdewam dike. 
 
Malbata li ser hesabê xwe yê medya dijîtal, wêneyekê xwe yê bi Omer Farûk Gergerlîgolû yê parlamenteriya wî hat xistin û dûre hat girtin re kişandibû parve kir û wiha got: “Kesên ku heq, hiqûq û edaletê dixwazin bi tenê nehêlin.” Di dewama parvekirinê de ev peyam hat dayîn: “Li vî welatî, heta ku gel ‘zane û birêxistinkirî nebe’, DEWLETA HIQÛQ’ê bi awayekî rast neyê avakirin, weke gel wê her dem li zilm û nehqî bê kirin. Li dijî zilmê bêdeng nemînin! Mirovahî vê yekê daxwaz dike…”