Di pêşengiya jinên kurd êrîş hatin şermezarkirin

  • 11:06 27 Hezîran 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nijadperestên Tirk bar êrîşî jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî kiribûn ku van êrişên nijadperest û zayendîperest bi rojan dewam kiribûn. Êriş di salvegera yekemîn de ji aliyê bi hezaran kesî ve bi meşekê hatin şermezarkirin.
 
Êrişên nijadperest û zayendîperest ên nijadperestên tirk ku par li paytexta Awûstûrya Viyanayê li dijî jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî hatin kirin, di salvegera yekemîn de di pêşengiya jinên kurd de ji aliyê bi hezaran kesî ve bi meşekê hatin şermezarkirin.
 
Meş ji aliyê jinên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Awûstûryayî ve hate lidarxistin. Beriya meşê mîtîngek pêk hat. Piştî mîtînga li Troststrasseyê, girse ber bi Reumanplatzê ve meşiya.
 
Di meşê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo", "Bijî piştevaniya enternasyonalîst", "Bi hev re serhildan", "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.
 
Meş li Reumanplatzê bi dawî bû.