Jinên ji Behrareş hatine: HDP ji bo Tirkiyeyê şansê herî mezine

  • 09:07 27 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Dîlan Babat- Oznur Deger
 
ENQERE - Jinên HDP’ê yên ji Behrareş ji bo doza Kobanê bişopînin hatin, wiha gotin: “HDP şansê herî mezin yê ji bo Tirkiyeyê ye. Parastina fikra aştiyê bûye sûc.”
 
Sêyemîn runiştina doza qirkirina siyaî ya Kobanê ku 20 jê girtî 108 kes jê tên darizandin û hevserokên giştî yên HDP’ê yên dema berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û hevseroka dema berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel jî jê tên darizandin. Runiştin du hefteyan berdewam kir û ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê mirov ji bo piştgiriyê li salona runiştinê cihê xwe girtin.
Hevberdevka HDP’ê ya Behrareş Nuray Bedîrkurum,  Hevseroka HDP’a Samsunê Fatma Çelîk û  endama meclîsa HDP’a Samsunê Nurcan Karasu jî ji bo dozê ji Behrareş hatin û der barê runiştinê de nêrînên xwe vegotin.
 
‘Ew ruyê vê dozê ne’
 
Hevberdevka HDP’a Herêma Behrareş Nuray Bedîrkurum da zanîn ku dîtina hevalên xwe û Sebahat Tuncel ew gelek kêfxweş û kelecanî kiriye û got Sebat jineke û berxwedêreke û wiha dirêjî dayê: “Bi hevkariya SEGBÎS’ê be jî dîtina Fîgen û Gultanê hêzek mezin da me. Wan jî ji me moral girtin. Em jinên Behrareş ji ber vê gelek kêfxweş bûn.”
 
‘Parastina aştiyê sûc tê hesibandin’
 
Nurayê di berdewamiyê de wiha got: “Li dadgehê  şano hat lîstin. Dijhiqûqiyê sînor bezandiye.  Parastina fikra aştiyê ya ku HDP diparêze sûc tê dîtin.Ev bandora zîhniyeta DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê tê dîtinê ye. Lê em ne mirovên ku serî li hember van bitewînin.  Behrareş ji ber vê fikrê û aştiyê li vir e. Bi awayekî wê şûnde bikşişînin. Ji ber gel ne li alî şer li alî aştiyê ne. Em vê ji herêma xwe dibînin. Gel ligel hev in û hesreta aştiyê û wekheviyê dijîn. Em jî li vir dixwazin dengê Behrareş bidin bihistin.
 
‘Doza kumpasê’
 
Hevseroka HDP’a Samsunê Fatma Çelîk jî bi lêv kir ku ji avabûna HDP’ê heta niha di xebatan de cih digire û dosya bi delîl û belgeyên tunene kirine yek û wiha dirêjî dayê: “Ev dozeke aşkera ya kumpasê ye. Bi vê jî wê sînor nemîne û li her derê belav be. Ev êrîş li hember berxwedanê, berxwedana azadiyê, berxwedana jinê ye. HDP ji bo  welat hêvî ye. Desthilatdarî vê dibîne. Ji bo welat, ji bo Kurdistanê hêvî ye. HDP ji bo welat şansê herî mezin e. Dewlet û desthilatdarî jî di ferqa vê de ye û hewl dide HDP krîmînalîze bike. Lê em ê desturê nedin vê, wê nikaribin partiya me bigirin. Em heta dawî tevlî dozê dibin û diparêzin. Me carek din dît ku dozgerê li doza Kobanê dinêre û heyeta dadgehê bi talîmatan dixebitin.”
 
‘Dixwazin pêşî li têkoşîna jinan bigirin’
 
Endama PM'ê  ya HDP’ê ya Samsunê Nurcan Karasu Denîz Poyraz ya li Îzmîrê di êrîşa li hember HDP’ê de hat qetilkirin bibîr anî û da zanîn ku doza qirkirina siyasî ya Kobanê bi armana girtina HDP’ê hatiye afirandin û got ev dozeke kumpasê ye û wiha dawî lê anî: “Ev doz ji bo me û hemû aliyên Kurdistanê girîng e. Sûcê endamên HDP’ê tune ye. Tenê ji ber HDP’î ne, Kurd, çepgirtin  hewl tê dayîn pêşiya wan bê girtin. Em xwedî li doza xwe derdikevin. Ev doz ji bo me jinan gelek girîng e û divê em xwedî lê derkevin.”