‘Dayika Denîzê ne tenê ye, bi sedan dayikên wê hene’

  • 09:02 27 Hezîran 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Jinan bertek nîşanê qetilkirina Denîz Poyraz dan û diyarkirin ku Denîzek biçe wê hezar Denîz bên û gotin dayika Denîzê jî ne tenê ye.
 
Li hember avahiya HDP’a Îzmîrê êrîş pêk hatibû û di êrîşê de xebatkara partiyê Denîz Poyraz hat qetilkirin. Li dijî qetilkirina Denîz Poyraz bertek didomin.  Kujerê Denîzê, Onur Gencer jî ji aliyê polîsan ve wek bê parastin hatibû veşartin û birin. Li dijî vê bertek jî di rojevê de ne. Jina bi navê Kumriye Akgul û Gulsum Ozturk bertek nîşanê qetilkirina Denîzê û hedefgirtina HDP’ê dan û diyar  kirin ku dewlet li dijî kurdan çav û guhê xwe digirin.
 
‘Dewletê komkujî dî lê çavên xwe girt’
 
Kumriye Akgul diyar kir ku ew komkujiyê şermezar dike û wiha dirêjî dayê: “Belê îro Denîzek çû lê bi hezaran Denîz wê bên. Ez li hember dayika Denîzê û hemû dayikan bi rêzdarî serî ditewînim. Em qetilkirina Denîzê qebûl nakin. Komkujî li ber çavan pêk hat. Ev komkujiya faşîst pêk hat lê ger dewletê bixwesta dikaribû pêşî lê bigire. Li pêş avahiyên HDP’ê konên dewletê hene. Gelo çawa bû ku ev komkujî nedîtin. Kujer bi çekê ket hundir, çawa nedîtin. Dewletê ji vê komkujiyê re çavên xwe girt.”
 
‘Wê bi hezaran Denîz bên’
 
Kumriyeyê daxuyakirin ku bila dewlet bizane ku Denîzek here wê hezaran Denîz bên û wiha pê de çû: “Komkujî çalakiyeke ku hatibû plankirinê bû. Dema ev komkujî plan dikirin, dizanîbûn civîna HDP’ê heye. Plana wan ev bû ku komkujiyek mezin bikin lê planên wan xera bû. Xwezî hevala me Denîz neçibûya. Ez komkujiyê lanet dikim. Plana wan têk çû. Bila dewlet bizane ku Denîzek biçe wê bi hezaran bên. Dayika Denîzê ne tenê ye, bi sedan dayikên wê hene.”
 
‘Em kolanan terk nakin’
 
Gulsum Ozturk jî bertek nîşan da û ev tişt anî ziman: “Denîz Poyraz hat qetilkirin lê em jin ji bo wê li kolan, qadan e. Ji kîjan ol, nîjad û zimanî dibin bila bibin em li gel hemû jinan e. Em hem ji bo Denîz û hem jî ji bo Peymana Stenbolê qadan û kolanan terk nakin. Heta dawiya jiyana xwe em ê têbikoşin. Em ê bi zarokên xwe re li qadan bin. Tacîzkar, tecawizkar û diz ceza nagirin. Çima jin, zarok û ciwanên me dikujin. Êdî bes e.  Em ji bo hemû gelan aştiyê dixwazin. Jin jiyan azadî.”