‘Em naxwazin bêyî bavê xwe mezin bibin'

  • 09:01 27 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
SÊRT - Dayika hunermendê herêmî Metîn Kiliçaslan Şemzêxan, bertek nîşanî tehliyenekirina Metîn da û got: "Divê kurê min serbest bihata berdan ji ber ku êdî cezayê xwe temam kiriye." Viyan û Jiyan jî banga serbest berdana bavê xwe kirin û wiha axivîn: "Em êdî naxwazin bêyî bavê xwe mezin bibin."
 
Li hemberî girtiyên siyasî bi salane polîtîkayên taybet tê meşandin. Cezayê dîsîplînê, dirêjkirina cezayê, nêzikatiya kêyfî yên girtîgehan û bêhiqûqiya edaletê tevahî mafên girtiyan binpê dike. Yek jî wan girtiyê bi navê Metîn Kiliçaslan e. Metîn ji 5’ê hezîrana 2015’an ve girtî ye. Metînê ku ev 6 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Badirmayê ya Jimara 1’a Tîpa T’yê de tê girtin. Metîn, hunermendekî herêmî ye û li dawetan distriya. Bi hinceta ku tevlî Newrozê û mîtîngên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûye derbarê wî de îdianame hat amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê 12 sal ceza li Metîn birî. Piştî îtiraza parêzer cezayê hat daxistin. Lê axaftina bi telefonê kirin hincet û 7 sal û nîv ceza dan wî. Parêzer derbarê cezayê de serî li Dadgeha Bilind da lê heta îro jî tu bersivek nehatiye dayîn. Divê di 15’ê nîsana 2021’an de bi awayekî kontrola şertî bihata tahliyekirin. Derbarê mijarê de dayika Metîn, Şemsêxan Kiliçaslan axivî û banga serbestberdana kurê xwe kir. 
 
Dawet wek 'şîfreya rêxistinê' bi nav kirin 
 
Şemsêxan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sedemên girtina kurê xwe û got: "Kurê min hunermendê herêmî bû. Di dawetan de stranan digot. Rojekî dîsa çû dawetekî û bi telefonê bi hevalekî xwe re axiviye. Di axaftina xwe de gotiye ‘li taxa me dawet heye, ez li wir im’. Ev gotin hinceta sûc hat dîtin. Dadgehê gotinên di telefonê de hatî kirin wekî ‘şîfreya rêxistinê’ dît. Tu delîl di dosyeya wî de tuneye. Tenê ev axaftin hene. Kurê min 9 meh li girtîgehê ma û piştî mehekî carek din bi hinceta ‘tu yê biçî çiyê’ hat girtin. 6 sal in kurê min girtiye. Kurê min li girtîgeha Sêrtê bû û ew sirgûnê girtîgeha Bandirmayê kirin û ev 4 sal in jî li wir e.”
 
‘Divê 3 meh beriya niha bihata berdan' 
 
Şemsêxan, gilî û gazincên xwe yên derbarê biryara dadgehê de wiha anî ziman: "Divê kurê min bê berdan ji ber ku cezayê xwe temam kiriye. Derbarê serbestberdanê de me daxwazname ji Dadgeha Bilind re rêkir. Gotin hîn lêkolîn tê kirin. Ev 3 meh borî jî kurê min hîn nehatiye tahliyekirin. Em hîn li benda biryarê ne. Her wiha ji ber pandemiyê ev 2 sal in em nikarin biçin hevdîtinê jî. Beriya wê jî ji ber ku dê bihata tahliyekirin em neçûn hevdîtinê. Ev giştî sê sal in me wî nedîtiye. Her wiha kurê min jî mîdeya xwe nexweşe û ji bo tedawiyê nabin nexweşxaneyê jî. Ez daxwaza berdana kurê xwe dikin.”
 
‘Em naxwazin bêyî bavê xwe mezin bibin' 
 
Viyana 7 salî û Jiyana 5 salî jî daxwaza serbestberdana bavê xwe kirin û gotin: "Me gelek bêriya bavê xwe kiriye. Bavê min berdin. Em naxwazin bêyî bavê xwe mezin bibin."