Komeleya Jinan a Rosa kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

  • 16:12 26 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - 1'emîn Kongreya Komeleya Jinan a Rosa bi dirûşma "Em li dijî bîrdoziya zayendperest û mîlîtarîst a ku dibe sedema qirkirina jinê, bi têkoşîneke yekgirtî xwediparêzin" pêk hat. Di kongreyê de biryara domandina têkoşînê hat dayîn. 
 
Komeleya Jinan a Rosayê bi dirûşma "Em li dijî bîrdoziya zayendperest û mîlîtarîst a ku dibe sedema qirkirina jinê, bi têkoşîneke yekgirtî xwediparêzin" 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî li navçeya Yenîşehîra Amedê li dar xist. Di salona kongreyê de pankartên wekî "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin", "Denîz Poyraz Raperîna me ye" û "Xweparastin dide jiyîn" hatin daliqandin. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun, Pero Dundar, endamên Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Egîtîm Sen, jinên endamên Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) ên Amedê, Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Şaxa 2'yem a Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), TUM-BEL-SEN, Komeleya Şopandina Koçberiyê ya Mezopotamyayê, Komeleya  Lêkolînê Ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED DER), Odeya Tabîban a Amedê, Meclîsa Jinan a Ekolojiyê, Komeleya Jiyana Nû û nûnerên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî kongreyê bûn. 
 
Kongre bi rêzgirtinê destpê kir. Di kongreyê de dirûşma "Şehîd namirin" û "Jin jiyan azadi" hatin berzkirin. Hevşaredara Sûra Amedê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Fîlîz Buluttekîn bû seroka dîwana kongreyê. Di kongreyê de peyama endama Lîjneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata hat xwendin. Her wiha seroka komeleyê Adalet Kaya jî di kongrê de axivî û got: "Em Denîz Poyraz bi bîrtînin. Jin dê bi rêxistinbûneke xurt têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Ayşe Acar Başaran jî di kongreyê de bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha axivî: "Îqtîdara serdes a mêr li her çar aliyên cîhanê li hemberî civakê pergala mîlîtarîst dide meşandin. Çend têkoşerên jin hatine hepskirin jî jin tu carî dev jî têkoşîna xwe bernadin. Jinên ku tên darizandin bi parastina xwe daraza mêr têk dibin. Em bi her awayî bi êrişan re rûbirû ne û lê jin tu carî paşve gav navêjin. Mêr û dewleta mêr li hemberî me sekinîne lê em ê bi têkoşîna xwe wan têk bibin."
 
Salîha Aydenîz jî di kongreyê de ser xebatên komeleyê sekinî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em di serî de têkoşerên jin bi bîrtînin. Têkoşîna jinan li girtîgehan jî tê meşandin. Lê em jin bi girtin û kuştinan tu carî paşve gav navêjin. Komeleya Jinan a Rosayê gelek caran bi êrişan re rûbirû ma, lê dev jî têkoşîna xwe berneda. Îqtîdar li hemberî jinê polîtîkayeke êrişê didomîne. Jin li dijî kuştin, binçavkirin, girtin û zîhniyeta serdest a mêr bi têkoşînê bersiv dide. Jin bi rêngê xwe li dijî pergala mêr derdikeve." 
 
Piştî axaftinan raporên xebatên komeleyê hat xwendin. Adalet Kaya, Ruken Erguneş Ozdemîr, Elîf Tîrenç, Îpek Ulaş, Berfin Polat Atug û Nevîn Girasun ji bo rêveberiya komeleyê hatin bijartin.