'Têkoşîna me ya li dijî îşkenceyê dê bidome'

  • 14:43 26 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Bi minasebeta 26'ê Hezîranê Roja Piştevaniya Kesên Îşkence Dîtine û Dijî Îşkenceyê Têdikoşin, rêxistinên sivîl ên Amedê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Rawestandin û pêşîgirtina li îşkenceyê berpirsyariya dewletê ye. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî îşkenceyê bidomîminin." 
 
Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, ji bo 26'ê Hezîranê Roja Piştevaniya Kesên Îşkence Dîtine û Dijî Îşkenceyê Têdikoşin daxuyaniyeke hevpar dan. Parêzvanên mafên mirovan tevlî daxuyaniya ku li ber Birdariya Mafê Mirovan a li Parqa Koşuyoluyê ya li navçeya Rezan a Amedê hat dayîn bûn. Seroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran daxuyaniya hevpar xwend. 
 
Elîf diyar kir ku li Tirkiyeyê tevahiya komarê îşkence weke pêkanîneke dewletê ya sîstematîk hatiye berdewamkirin û îşkenceya ku di çalakiyan de ji aliyê leşker û polisan ve li welatiyan tê kirin derketiye astên cuda û wiha got: "Ev jî ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê  pêk tê. Polis û leşker tundiyê li kesên ku mafên xwe yên demokratîk ê çalakiyê bi kar tînin dikin. Li Tirkiyeyê bi Kovîd-19'ê re girtîgeh di hêla îşkenceyê de bûne cihên herî bixeter. Rawestandin û pêşîgirtina li îşkenceyê berpirsyariya dewletê ye. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî îşkenceyê bidomîminin." 
 
Elîf di berdewamiya daxuyaniyê de wiha daxwazan rêz kir: 
 
“*Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê ku bûne weke şert bê. 
 
* Divê rayedarên di her astê de terka gotinên xwe yên ku peznê îşkenceyê û îşkencekar didin bikin, li gorî pêşniyarên saziyên navneteweyî pêkanînên îşkenceyê şermezar bikin. 
 
* Divê di şertên binçavkirinê de ewlehiya usûlê bêkêmasî pêk bên. 
 
* Divê dema binçavkirinê bê kurtkirin. 
 
* Divê Saziya Wekhevî û Mafê Mirovan a Tirkiyeyê bê rakirin û li gorî Peymana Têkoşîna Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (OPCAT) û Şertên Parîsê saziyeke neteweyî bê avakirin.  
 
* Divê raporkirin û belgekirina îşkenceyê li "Protokola Stenbolê" ku belgeya Neteweyên Yekbûyî ye bê kirin."