Rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê: 5 jin hatin kuştin

  • 13:32 26 Hezîran 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di rapora Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê hat aşkerakirin. Di raporê de hat diyar kirin ku di nava mehekê de 5 jin hatine kuştin û li girtîgehên Bokan û Urmiyeyê jî pirsgirêkên tendirustiyê zêde ne.
 
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora xwe ya binpêkirinên mafê mirovan a mehekê ya ji 21’ê gulanê heta 21’ê hezîranê yên li Rojhilatê Kurdistanê pêk hatine eşkere kir.
 
Li gorî raporê 7 kolberên kurd li herêmên sînor ên parêzgehên Azerbeycana rojava, Kurdistan û Kirmaşanê jiyana xwe ji dest dane. Ji vane 5 di êrişên leşkerên Îranê û Tirkiyeyê yên li ser sînor hatine kuştin û 10 kolber ji birîndar bûne.
 
Di raporê de tê gotin ku herî kêm 5 jinên kurd li bajarên Dereşar, Îlam, Kirmaşan û Qeqizê ji aliyê endamên malbata xwe ve hatine kuştin.
 
Di rapora Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê wiha tê gotin: “Di vê demê de 2 girtiyên jin ên kurd di girtîgehên Bokan û Urmiyê de ji ber sedema pêre negihîştina bijîşk û derengxistina veguhestina nexweşxaneyên derveyî girtîgehê jiyana xwe ji dest dane û 5 welatiyên kurd bi tometa propagandaya li dijî hikûmetê ji aliyê Dadgeha Înqlabî Îsmaî ve ji 3 mehan heta 40 salan ceza li wan birîn.
 
Herî kêm 5 karkerên kurd li bajarên Seqiz, Kirmaşan, Serdeşt û Merîwanê di bûyerên kar de jiyana xwe ji dest dane û 4 kurdên ku xwestine derkevin derveyî welat jî di rê de jiyana xwe ji dest dane.
 
Herî kêm 19 welatî û çalakvanên kurd li parêzgehên Azerbeycana rojava, Kurdistan û Kirmaşanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û 3 girtiyên siyasî yên bi navê Viyan Mihemedî, Şakir Bêhrûz û Keyhan Mekerem li girtîgeha Umriyê li hemberî dadgehkirinek bêdadperwerî dest bi grevê kirine.”