Nobeta 'Edaletê' 110 roj in didome

  • 12:39 26 Hezîran 2021
  • Rojane
RIHA - Malbata Şenyaşar 110 roj in nobeta "Edaletê" digire, piştî hevdîtinên xwe yên li Stenbolê vegeriyan mala xwe ya navçeya Pirsûsê. Her wiha Baroya Stenbolê di rojên pêş de ji bo ku bi dozger re hevdîtinê bike dê bê Rihayê.  
 
Nobeta "Edaletê" ya Emîne Şenyaşar ku 2 kurên wê û hevjînê wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 110'an de didome. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar heftê 5 rojan li ber Edliyeya Rihayê nobet digirin û dawiya heftê jî nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomînin. 
 
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, herî dawî ji bo dengê xwe bidin bihîstin çûn Stenbolê û di 24'ê hezîranê de tevlî Kongreya Demokrasiyê bûn û serboriya xwe û têkoşîna xwe ya ji bo "Edaletê" vegotin. Malbata ku tevlî hin weşanên televîzyonan jî bû, serdana Komeleya Pira Gelan û Baroya Stenbolê kirin û daxwaza piştgiriya hiqûqî kirin. 
 
Malbata Şenyaşar piştî hevtîdinan vegeriya mala xwe ya li navçeya Pirsûsê. Îro li mala xwe çalakiya xwe didomînin.