Xizmên windayan di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Murat Guler pirsîn

  • 12:34 26 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê li aqûbeta Mehmet Guler ê di 1997’an de hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafê  Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan, bi armanca “Winda bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya 646’emîn bi rêya onlînê li dar xistin. Di çalakiya vê heftê de, li aqûbeta Mehmet Guler ê di 1’ê kanûna 1997’an de, li navçeya Farqînê ya Amedê hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. Çîroka Guler, ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a ÎHD’ê Yusuf Erdogan ve hat xwendin.
 
Yusuf, diyar kir ku Mehmet Guler ê 24 salî li navçeya Farqînê ya Amedê dijiya û wiha axivî: “Guler zewicîbû û bavê 3 zarokan bû. Di şîrketa kargoyê de dixebitî û bi vî awayî debara xwe dikir. Mehmet rojek piştî jimartina nifûsê di 1’ê janûna 1997’an de, diçe şîrket kargoyê ya lê dixebitî. Mehmet  di dawiya rojê de venagere malê. Dayika Mehmet Şefîka Guler, li ser vê y ekê diçe şîrketa kargoyê pirsa kurê xwe dike. Xebatkarên kargoyê ji dayika Mehmet Şefîka re dibêjin, ew û xebatkarê kargoyê Murat Guneş bi hevre bi wesayîta kargoyê çûne Êlihê, li wê derê rastî nasekê hatiye û paşve venegeriya ye. 
 
Rojek derbas dibe, lê Mehmet Guler venagere malê. Dayika wî Şefîka Guler a ku fikarên wê zêde dibin, cardin diçe şîrketa kargoyê û bi xwediyê buroyê Mûrat Sutşurup re hevdîtinê dike. Xwediyê buroyê bi telefonekê hevdîtin dike û ji dayika Guler re dibeje rewşa kurê te başe. Şefîka Guler, piştî telefonê, difikire ku dê kurê wê demek kurt de vegere malê û paşve diçe malê. 
 
Piştî çend roj derbas bûn, fikarên dayika Guler zêdetir bûn.  Li gorî vegotinên Şefîka Guler; Her du Murat jî, wekî alîgirên Hîzbullah dihatin zanîn. Kurê min jî heya demekê bi van kesan re tevdigere û fikrên wan di ecibîne. Lê kurê min piştî demekê di warê fikrî de ji wan dûr dikeve. Ji ber vê yekê kurê min bi alîkariya van her du Mûratan, ji aliyê Rêxistina Hizbullahê ve hatiye revandin.
 
Dayika Şefîka Guler li ser vê yekê serî li Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê dide û li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê derbarê her du Mûratan de gilî dike. Di operasyonên meha Nîsan û gulanê yên sala 1999’an de, yên li dijî Hizbûllahê gelek kes hatin girtin. Wê demê Mûrat Sutşurup û Mûrat Guneş jî bi îdîaya ‘endamtiya Hizbûllahê’ hatibûn girtin. 
 
Lê hina jî derbarê aqûbeta Mehmet Guler de tu agahiyek tuneye. Li ser vê erdnîgariyê mîna Mehmet Guler, gelek kes hatin serwindakirin û kuştin. Heya ku kujer û berpirsiyar derkevin holê, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Bi vê boneyê, em daxwaza xwe ya bi cih anîna edaletê, dîtina windayan û darizandina bersûcan nû dikin.”