191 roj in li Mexmûrê greva birçîbûnê didome

  • 10:26 26 Hezîran 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li wargeha penaberan ya Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" hatî destpêkirin, di roja 191’yan de bi biryardariyek mezin didome.  
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakî bi koma 95'an 191 roj in didome.  
 
Çalakiya greva birçîbûnê her roj ji aliyê gelê wargehê ve bi awayek girseyî tê ziyaret kirin.