Di erdhejê de kesî jiyana xwe ji dest neda lê xaniyên gund xesar dîtin

  • 10:14 26 Hezîran 2021
  • Rojane
XARPÊT- Di erdheja pileya 5,3 ya li navçeya Depê pêk hat de, kesî jiyana xwe ji dest neda lê hin mal û axurên gundên girêdayî navçeyê xesar dîtin.
 
Li navçeya Depê ya Xarpêtê, duh bi şev saet 21,28’an de bi pileya 5,3 erd hejiya. Erdhej di serî de li Amed, Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Erzirom, Xarpêt û gelek cihan hat hîskirin.
 
Welatiyan şev li derve derbas kirin
 
Piştî erdhejê welatiyên Xarpêt, Çewlîk û navçeyên derdorê ji malên xwe derketin derve. Hat diyarkirin ku ji ber erdhejê hin mal û axurên gundên Kuşbayiri, Çelebî, Yeşîlbelen, Sarihan û Çan ên girêdayî navçeya Depê xera bûn û zirar dîtin.
 
Welatiyên malên wan xesar dîtin, şeva xwe li derve derbas kirin. Hat destnîşankirin ku di erdhejê de, tu kesekî jiyana xwe ji dest nedaye. Li herêmê piştî erdhejê, gelek erdhejên biçûk rû dan.