Dayikên Aştiyê: Ji dagirkirinê re bi yekitiya xwe bibin bersîv

  • 09:06 26 Hezîran 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ÊLIH -  Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê bal kişandin ser girîngiya yekitiya neteweyî û diyar kirin ku heke ev şer neyê sekinandin dê Gelê Kurd sed sal paşve biçe û dê gelek deskeftiyên xwe winda bike.
 
Ev demek dirêj e ji aliyê dewleta tirk ve li dijî deskeftî û hebûna kurdan şerekî berfireh hatiye destpêkirin. Bi taybet ji 23’ê Nîsanê ve li Herema Federal a Kurdîstanê dewleta tirk êrîşke mezin li hemberî kurdan daye destpêkirin û bi piştgiriya PDK’ê operasyonên leşkeri li herêmê didomin. Li dijî van êrîşan gelek rêxistinên sîvîl û partiyên sîyasî banga yekitiyê li kurdan dikin. Însîyatîfa Dayikên Aştiyê yên Êlihê j têkildarî mijarê axivîn û diyar kirin ku herî zêde dayik yekitiyê dixwazin û li dijî êrîşên li ser kurdan pêkanîna yekitiya neteweyî berpirsyariya hemû kurdan e.
 
‘Hebûna kurdan nayê qebûlkirin’
 
Wesîle Baytar diyar kir ku Gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û rêya yekitiyê ji aştiyê derbas dibe. Wesîle destnîşan kir ku dayik giş yekitiyê dixwazin û wiha axivî: “Rêya yekitiyê jî ji aştiyê derbas dibe. Hebûna kurdan qebûl nakin û hertim ji ber vê yekê êrîşî me dikin. Em hemû di bin zilm û zora dagirkeran de ne. Tenê yekitî dikare ji bo wan êrîşan bibe bersîvek xurt. Dayik hemû li ser piyan e û ji bo pêkanîna yekitiyê bang dikin.”  
 
‘Ji dagirkirinê re bi yekitiya xwe bibin bersîv’
 
Nuran Seçkîn jî destnîşan kir ku bi şer û pevçûnê tu tişt nayê çareser kirin û ji xeynî yekitiyê tu tişt kurdan ji pença qirkirinê xelas nake. Nuran, got: “Em her çar parçeyên kurdîstanê de jî rastî bi her cûreyên êrîşan tên. Her çiqas gelê me tên kuştin ewqas kezeba me dişewite. Wekê dayikek aştiyê dibêjim bila dinya çavê xwe ji vê şer û zilmê re negire. Em wan êrîşên li ser gelê me şermezar dikin û dibêjin êdî bes e. Bi tank, top û tûfekê tu tişt naqede tenê bi yekitî û aştiyê tê çareser kirin. Bila hemû kurd destê xwe bidin destê hevdû û ji vê dagirkirinê re bi yekitiya xwe bibin bersîv. Bes êdî ku gelê me tên kuştin.”
 
‘Em nêzîyatiya PDK’ê şermezar dikin’
 
Nuran diyar kir ku heta yekitî çênebe ew ê hertim werin peçiqandin û wiha bilêv kir: “Çima li cîhanê zimanê  tu netewan ne qedexeye û zimanê me qedexe ye. Ez zimanê tirkî nizanim lê ji ber ku yekitiya me tune ye û zimanê me qedexe ye zimanê kurdî li me ferz dikin. Em doza mafê xwe dikin, doza zimanê xwe dikin. Em dibêjin çima ewqas zilm û zor li me tê kirin. Em êrîşên li ser kurdan ên dewleta tirk û nêzîyatiya PDK’ê şermezar dikin. Em wek dayik dibêjin ne tenê ji bo kurdan, bila ji bo her kesî û her neteweyekî aştî pêk bê. Heta ku aştî bê vî welatî û ev xwîn bê sekinandin çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
‘Heke şer neyê sekinandin em ê sed salên din paşve biçin’
 
Nuranê di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Ez bang li Mesûd Barzanî dikim, bang li Nêçîrvan Barzanî dikim ku bila êdî ji vê şaşitiyê vegerin.  Ew zarokên me, xwişk û birayê me ne. Bila di nav kurdan de şerekê navxweyî çênebe.  Ger ku kurd yekitiya xwe ava nekin ew ê êrîşên li ser wan berdewam bikin. Nêzîkatiya Barzanî rewşa şermezarkirinê ye. Divê bizanibe ger ku em şîv bin dê ew jî paşîv bin.  Heke ev şer neyê sekinandin em ê sed sal paşve biçin.”
 
‘Bila êdî kurd neyên kuştin’
 
Muhabet Tekşûn jî axivî û anî ziman ku dilê dayikan têra xwe tijî êş û elem e, ji bo ku êdî li ser vê erdnigariyê xwîn neyê rijandin yekitî berpirsyariya hemû kurdan e û got: “Ez aştiyê dixwazim. Bila êdî kurd neyên kuştin. Yên ku ji xwe re dibêjin em kurd in divê nekevin tora lîstokên dijmin. Tenê yekitiya neteweyî dikare me xelas bike.”
 
‘Herî zêde dayik dixwazin aştî çêbe’
 
Herî dawî jî Medîne Yavuz axivî û diyar kir ku  heke îxanet biqede ew ê aştî û aramî were û wiha axivî: “Gava em nebin yek em nikarin tu êrîşên li ser xwe rakin. Ev 40 sal zêdetir e li ser hebûna me êrîşek heye. Herî zêde dayik dixwazin aştî çêbe.  Ji ber ku yên herî zêde diêşin dayik in. Em naxwazin bindest bin. Em dixwazin aştî çêbe. Heke di nav kurdan de ew îxanet biqede wê yekitî jî çêbe. Aştî û hêvî di dilê me de gelek mezin bûye.”