‘Jin ji bo jiyanek baş wê her tim dengê xwe bilind bikin’

  • 09:05 26 Hezîran 2021
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL- Hunermend der barê qetilkirina Denîz Poyraz û rakirina Peymana Stenbolê de axivîn û wiha gotin: “Em êdî serê xwe natewînin. Em ne dest ji Peymana Stenbolê berdidin ne jî li dijî qetilkirina Denîz Poyraz serî ditewînin.”
 
Di 17’ê Tîrmehê de Onur Gencer li hember HDP’a Îzmîrê  êrîş pêk anî û Denîz Poyraz qetil kir. Kujer Onur Gencer ji aliyê polîsan ve hat parastin û li dijî vê bertek didomin û li aliyê din jî ji bo Peymana Stenbolê ya ku wê di 1’ê Tîrmehê de ji meriyetê bê rakirin, bertekên jinan didomin.  Hunermend Denîz Tekîn û Rewşan Çelîker der barê qetilkirina Denîz Poyraz û rakirina peymana Stenbolê de ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
‘Em naxwazin agahiya qetilkirina jinek din bigirin’
 
Hunermend Denîz Tekîn da zanîn ku peymana Stenbolê tevî ku peymaneke ku mekanîzmaya parastinê û di çarçoveya tedbîrên bi bandor de girînge, ji aliyê serok komar Tayyîp Erdogan ve di nîvê şevê de htiye feshkirin û got: “Di 1’ê Tîrmehê de wê ji meriyetê bê rakirin. Ji xwe bi rêk û pêk, pêk nedianîn. Ji meriyetê rakirina wê jî wê jin û kesan mexdur bike. Bi rakirina peymanê re wê jin mexdur bin. Em bi hejmar, grafîk û îstatîstîkan behs dikin. Lê ev karê hikûmetê ye. Em naxwazin agahiya jineke din ku hatibe qetilkirin bigirin.”
 
‘Ji şermezarkirinê wêdetir divê berxwedanek bê nîşandan’
 
Denîzê bi lêv kir ku motîvasyonên sereke yên êrîşa li hember HDP’ê cuda tên nîşanda û divê ji şermezarkirinê wêdetir berxwedanek bê nîşandan û ev tişt vegot: “Ev êrîşeke li dijî nûneriya demokrastîk a Gelê Kurd bê naskirin jî bi taybet ev êrîşek li hember jinê ye. Ev qetilkirina hevalek me ye.”
 
‘Wê têkoşîna jinan bidome’
 
Rewşan Çelîke jî daxuyakirin ku ew wek hunermendekê dikare bêje ku lîstikên qirêj tên lîstin û wiha daxuyand: “Ev demek dirêje têkoşîna jinan hem li dijî êrîşa mêran hem jî li dijî êrîşa dewletê didome. Ji  hemû reng û zimanan mirov ji bo wekheviyê û jin ji bo azadiyê li kolanan e, li qadan çalakiyan pêk tînin. Jin ji bo jiyanek baş, demokrasî û mafê mirovan her tim dengê xwe bilind dikin.”
 
‘Em serî natewînin’
 
Rewşanê bi lêv kir ku ew êdî naxwazin bên kuştin û naxwazin di devê kesî de bibin parî û wiha dawî lê anî: “Em naxwazin di van lîstikên qirêj de bên bikaranîn. Em dixwazin ji bo zarokên xwe jiyanek bi rumet û xweş bihêlin.  Gelo wê jin heta ku derê serê xwe bitewînin. Em êdî serî natewînin. Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Hefteya borî Denîza hêja hat qetilkirin. Kezeba malbatekê şewitî.  Malbatek qedya. Tiştek ji destê me nayê.  Jin tenê dengê xwe bilind dikin. Jin wê li dijî êrîşan dengê xwe her tim bilind bikin. Em li dijî êrîşan serî natewînin û dest ji peymana Stenbolê bernadin.”