Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Em ê têkoşîna Denîzê mezin bikin

  • 09:03 26 Hezîran 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
SÊRT- Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Sêrtê qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin û gotin: “Denîz keça me ye jî. Kezeba me gelek dişewite.Divê kurd li hemberî vê bêdeng nemînin û em ê têkoşîna Denîzê mezin bikin."
 
Bertek û nêrazîbûnên li hemberî êrîşa li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya Îmzîrê ku di encamê de endam û xebatkara partiyê Denîz Poyraz ji aliyê Onur Gener ê faşîst ve hat qetilkirin zêde dibin. Di çarçoveya van bertekan de, li gelek devran jin rabûn ser piyan û bi çalakiyên ku li dar xistin qetilkirina Denîzê şermezar kirin. 
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê jî ku qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin anîn ziman ku piştî Denîzê  wê bi hezaran Denîz dakevin qadan.
 
Dayika Aştiyê Maşallah Arslan, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir û wiha got: “Divê kujer û kesên din ên ji vê kuştinê berpirs demildest bên cezakriin.HDP partiyeke ku li dirkiyeyê di nava partiyên siyasî de di rêza 3'emîn de cih digire ye.Denîz jî hevleke ku li vê partiyê dixebitî û li hûndirê partiyê hat qetilkirin. Em dayik vê komkûjiyê şermezar dikin. Denîzê di bin çavdêriya dewletê de hat qetilkirin û axaftinên rayedaran ê derbarê kuştina denîzê de jî me matmayî dihêlin. Em êdî naxwazin ku komkûjî bên kirin. Em dayik li dijî kûştinê ne.”
 
‘Em bi kûştinê xilas nabin’
 
Maşallah jî destnîşan kir ku divê dayik vê komkûjiyê qebûl nekin, rabin ser piyan û wiha domand: “Em dayik, êşa dayikan dizanin û fêm dikin. Tim dayik û jin êşê dibînin. Di vê pêvajoyê de îqtîdar jin û zarok kirine hedefa xwe û dibe sedema qetilkirina wan. Em vê qebûl nakirin. Piştî axaftina serokê MHP'ê Bahçe lî  em careke din tê gihîşin ku tiliya îqtîdarê jî di vê qetilkirinê de heye. Dewlet dixwaze kurdan bi kûştinê xilas bike. Lê em bi kûştinê xilas nabin. Banga me ji hemû dayikan re ye bila bên em  ji bo Denîzê dakevin qadan û qetilkirina wê şermezar bikin. Her roj dayik, jin û zarok tên qetilkirin. Em naxwazin êdî bûyerên bi vî rengî bên jiyîn. Êdî sebra me nemaye.”      
 
‘Tirkiye bûye gola xwînê’
 
Dayika Aştiyê Xezal Kaçar jî bi lêv kir ku Tirkiye bûye gola xwînê û wiha pêlda axaftina xwe: “Em qetilkirina Denîz qebûl nakin. Bila kûjer bi cezayê herî giran bê cezakirin. Em jî dayika Denîzê ne. Denîz jî keça me ye. Ji ber wê yekê îro ez dibêjim keça min hatiye qetilkirin.  Em kesên ku komkujî pêk anîn nalet dikin. Denîz kezeba me ye. Çawa ku kezeba dayika Denîz şewitî, kezeba me jî pê re şewitî. Li dijî Gelê Kurd tim êrîş û qetlîam tên kirin. Bi van êrîşan dixwazin Gelê Kurd tune bikin. Lê belê bila dewlet baş bizanibe ku Gelê Kurd bi kuştinê xilas nabe. Çawa ku li Efrîn, Kobanê, Şengal, Amed, Cizîr, Şirnex, Silopî û Nisebînê şer dan destpêkirin bi vê armanc kirin ku kurdan tune bikin. Lê bi xwe dîtin ku kurd bi kuştinê naqedin. Îro Denîz şehît ket, lê bi hezaran Denîz dê dakevin qadan. Bila dewlet baş bizanibe ku em li ser şopa Denîzê ne. Em ê berxwedan û têkoşîna Denîzê bidomînin. Êdî sebra me nema. Zarokên me dikin binçavan, dikin girtîgehan û qetil dikin. Divê êdî Gelê Kurd dengê xwe bike yek û bilind bike. Divê em di mala xwe de rûnenên. Denîzek hat qetilkirin em ê navên zarokên xwe yên nû ji dayik dibin bikin Denîz. Denîzên me tu carî xilas nabin. Em ê navê Denîzê bidin jiyîn. Banga min ev e ji bo Gelê Kurd; rabin ser piyan.”
 
‘Denîz keça me hemûyan e’
 
Dayika Aştiyê Taybet Tekîn jî da dazanîn ku Denîz parçeyek kezeba wê ye û ev tiştan anî ziman: “Denîz keça me hemûyan e. Kezeba me gelek dişewite. Bi ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de girtin û Denîzê qetil kirin. Denîz xebatkara partiyê bû. Em vî tiştî qebûl nakin û em dewleta tirk şermezar dikin. Çeteyan keça me kuşt û dewletê jî bi wan re hevkarî kir.  Ger ku dewlet ji wan re nebûya hevkar dê çawa biçûna li avahiya HDP'ê ku di bin çavdêriya polîsan de ye vî tiştî bikin. Dewlet wan ceza nake û li paş wan disekine. Agir bi kezeba me ketiye. Dewlet qet ji xweda netirsiya. Denîzê taştêya xwe amade kiribû ku taştê bixwe. Qetilkirina wê agir bi kezeba me xist. Kezeba me şewitî bila xweda kezeba wan jî bişewitîne. Denîz keça me ye jî. Em wek dayikên aşitiyê êdî kuştin û xwînê naxwazin.  Em dewleta tirk şermezar dikin.  Kesê ku Denîz kuşt hevalê dewletê ye. Divê Gelê Kurd vÊ komkûjiyê qebûl neke û rabe ser piyan.”