Marya Bozan: Li dijî qirkirinê dengê xwe bilind bikin

  • 09:01 26 Hezîran 2021
  • Rojane

Mizgîn Marînos - Selma Aka

MEXMÛR - Endama Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê Marya Bozan, qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz şermezar kir û got: "Divê em di vê pêvajoyê de hêza xwe bêtir derxin pêş. Piştgiriya nirxên xwe bikin û li hemberî êrişên topyekun ên qirkirinê ya li ser xaka xwe dengê xwe bilind bikin."
 
Ligel bertek û nerazîbûnên li hemberî qetilkirina endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Denîz Poyraz didome, êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê jî di rojevê de ye. Li hemberî êriş û qetilkirinê gelek derdor bi çalakî û daxuyaniyan helwesta xwe nîşan da. Endama Komîteya Jineolojiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Marya Bozan derbarê qetilkirina Denîz û êrişên li herêmê de ji ajansa me re axivî. 
 
‘Starta êrişan hat dayîn" 
 
Marya, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina Denîz Poyraz û got: "Em qetilkirina Denîz Poyraz şermezar dikin. Dewleta tirk îro bi pêşengiya AKP-MHP êrişeke dijwar û topyekun li hemberî Gelê Kurd dide meşandin. Êrişa li ser avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê jî minaka vê yekê ye. Hikûmeta AKP-MHP’ê li bakurê Kurdistanê dixwaze di kesayeta HDP’ê de vîn û îradeya Gelê Kurd tune bike, ev yek destpêkê bi girtina hemû rêveber û xebatkarên partiyê re dest pê kir ku heta qetilkirina Denîz Poyraz hat. Em dikarin bêjin ku êrişa li hemberî HDP'ê û qetilkirina Denîz Poyraz start dayîna êrişên li hemberî Gelê Kurd e. Em baş dizanin ku ew kesî ku qetlîam pêk anî ne kesekî ji rêzêye. Kujer bi salane ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye perwerde kirin. Bi sedan kesên din wek wî hatine perwerdekirin jî hene."
 
'Li hemberî vîn û hebûna jinê êriş pêk tên'
 
Marya, diyar kir ku li Tirkiyeyê her roja ku derbas dibe şîdeta li hemberî jinan zêde dibe û got: "Li Tirkiyeyê herî zêde jin bi êrişan re rûbirû dimînin. Li hemberî vîn û hebûna jinê êriş pêk tên. Her roj jin bi qirkirinê re rûbirû dimîne. Dewlet êdî vê yekê bi awayekî vekirî dike. Desthilatdarî kujeran diparêz e û li şûna cezakirinê wan xelat dike. Em baş dizanin ku yên ku dikare pergalê biguherîne, pêşengtiyê bike, qrîza siyasî, aborî û civakî ji holê rake jin e. Li hemberî sîstema qirker a AKP’ê ku vîn û îradeya civaka kurd di parêze jî jin e. Di makeqanûna Tirkiyeyê de bendekî ku jin bikarin maf û hebûna xwe biparêze nîne û bi awayek pratîk ne hatiye bi cih kirin. Ji bo vê yekê jî li hemberî van hemû xetereyan divê jin di aliyê xweparastinê de xwe perwerde bike û rêxistina xwe xurt bike."
 
'Li hemberî vîna têkoşeran têk diçin'
 
Marya Bozan, bal kişand ser êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dewleta tirk bi alîkariya hevkarên xwe êrişê axa başûrê Kurdistanê dike û êriş gihaştiye asta herî jor. Xweza tê talankirin, çekên kimyewî tê bikaranîn û bi teknîka herî pêşketî li hemberî herêmê tê bikaranîn. Êrişên ku li her çar parçeyan tê kirin di çarçoveya konsepta tunekirina Gelê Kurd de tê kirin. Cîhan jî dibîne ku hêzên gerîlla li hemberî van êrişan berxwedanek çawa dide meşandin. Dewleta tirk ligel alîkariya PDK’ê, li hemberî îradeya têkoşeran têk diçe û darbe dixwe. Ji bo veşartina binketina xwe jî li Bakur jî êrişî HDP’ê dike."
 
'Li hemberî êrişan bêdeng nemînin'
 
Marya, di dawiya axaftina xwe de banga xwedîderketina li HDP'ê kir û got: "Em wek Gelê Kurd û wek civakek azadîxwaz divê li hemberî van êrişan bêdeng nemînin û bertekên xwe nîşan bidîn. Ji ber ku HDP vîna me ye, HDP temsîliyeta gelên azadîxwaz dike, hebûn û parastina mafên me dike. Divê em di vê pêvajoyê de hêza xwe bêtir derxin pêş. Piştgiriya nirxên xwe bikin û li hemberî êrişên topyekun ên qirkirinê ya li ser xaka xwe dengê xwe bilind bikin."